Ji kongreya PKK'ê ya dîrokî

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:25

  • "Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê belê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast."

Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK'ê, di 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî. Di çarçoveya bang û daxwaza Rêber Apo de biryarên dîrokî girtin û xwe fesix kir.

Ez jî yek ji wan rojnamevanên xwedî şens bûm ku tevlî vê kongreya dîrokî bûm.

Kongreya PKK'ê bi rojane ji gelek aliyan ve tê nîqaşkirin û diyar e ku wê hê jî were nîqaşkirin. Ji ber ku di 52 salên borî de, mohra PKK'ê di bin her cure geşedanan de hebû, bêguman ev biryar wê bandorê li pêşeroja Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bike.

Ez ê derbarê kombûn, nîqaş, biryar û encamên kongreyê de agahiyê min kom kirî binivîsim, lê destpêkê bi cewherî em bînin bîra xwe, çi bû?

Dewleta Tirk, bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di 2014’an de “Plana Çokdanînê” amade kir. Li gorî vê planê wê Rêber Apo, PKK û gelê Kurd, êdî wê ji rojev û siyaseta Tirkiyeyê bihatana derxistin. Êdî wê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nehata, gerîlla bihata perçiqandin, siyaseta demokratîk bihata tasfiyekirin. Di encamê de jî wê Kurd di qirkirinê de bihata derbaskirin. Tirkiyeyê jî bi vî awayî bûba hêzeke hegemonîk, Împaratoriya Osmanî nûjen bikira. Siltanê vê demê jî wê bûba Erdogan. Heta wezîrê faşîst yê demê Suleyman Soylu, mizgînî (!) dabû û gotibû “di 2016’an de êdî wê kes navê PKK'ê nebihîze.” Di encama vê plana qirker de şerekî dijwar, tineker dest pê kir. 

Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast…

Li gel geşedan û ajandayên hundirîn, pêşketinên li Rojhilata Navîn jî di pêkanîna vê pêvajoyê de diyarker in. Bi taybet jî şerê Îsraîl û Hamasê, di şexsê Sûriyeyê de hilweşîna rejîma Syces-Pycot a li Rojhilata Navîn û hwd.

Di encamê de 22’yê Cotmeha 2024’an de Bahçelî banga xwe ya tê zanîn kir. Rêber Apo jî, bi gotina wî “Di van 10 salên borî de dersa xwe baş şixûlî bû” bersiva erênî da Bahçelî jî. Weke ku dost-dijmin her kes qebûl dike, heta niha destê aştîxwaz ê kesî li hewa nehiştiye, dîsa nehişt.

Biraziyê Rêber Apo û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, piştî 43 heyvan peyama Rêber Apo ji Îmraliyê anî. Rêber Apo gotibû, ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna şer û pevçûnê derxim, bînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Ev hêz û îradeya min heye. Bi rastî jî wisa kir. Îro her çi qasî provokasyon û êrîş hebin jî, zemînê siyasetê xurtir bûye. Bi çend hevdîtinên heyeta Îmraliyê re Rêber Apo ev pêvajo kemiland. Hem PKK hem jî dewleta Tirk amade kirin…

Dema em çûn cihê kongreyê hê nû salon dihat amadekirin. Bi qasî 20-30 delege hatibûn. 17’ê Nîsanê bû, li gorî agahiyên dawî hatî wê di navbera çend rojan de kongre kom bûba… Lê di wê pêvajoyê de nexweşketin an jî sûîqasta Sirri Sureyya Onder, wê pêvajo dirêj bikira. Li cihê kongreyê jî ev mijareke germ a nîqaşê bû, fikrê hevpar ê gerîlla, “sûîqast” e. Digotin, “vê dewletê ji siltan/padîşahê xwe bigire heta Ozal, Eşref Bîtlîs, Bahtiyar Aydin…Ev qas mirovên xwe kuştine, mirovekî weke Sirri Sureyya nakuje?” Ezmûnên biêş ên dîroka Tirkiyeyê, dikir ku em jî maf bidin nirxandinên gerîlla, lê delîlekî şênber jî tune ye. Bawer im wê dernekeve jî. Lewra mirovekî ev qas nexweşiyên wî hebin, di serdema me de dikarin bêyî ku şopê bihêlin jî bikujin…

Delegeyên kom bûbûn jî dema xwe bi lêhûrbûna li ser nirxandinên Rêber Apo yên berê xwe ji pêvajoyê re amade dikirin…

Serê meha Gulanê, agahiyek hat û rêveberan gotin ku bi şêwazekî Rêber Apo wê xwe bigihîne me, peyam hatiye, wê kongre kom bibe, lê hin mijar zelal nebûne.

Di vê navberê de hevalên peywirdar jî salona kongreyê bi temamî amade kiribûn.

Ji ber ku veşartîbûn pir girîng bû, nivîsa “Kongreya 12. A PKK’ê” heta beriya 4-5 rojan jî nehatibû nivîsandin.

4’ê Gulanê Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan hat ba me. Êdî bellî bûbû ku wê kongre pêk were. Hemû heval kom bûn, civîneke kurt li dar xist, destûr dan ku em jî tevlî bibin. Derbarê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de axivî. Qedr û qîmetê wan ê li cem Rêber Apo û di nav Tevgerê de anî ziman. Ew jî, hemû heval jî gelekî hestewar bûn. Bi cewherî got, “Windahiyên gelekî mezin in, lê têkoşîn gihandina serkeftinê, deynê li stûyê me ye. Em soz didin em ê layiqê van şehîdên mezin û Rêber Apo bin.” Her wiha M. Karayilan derbarê pêvajoyê de jî hinek agahî dan, got em li benda hevdîtina bi Rêber Apo re ne, dema ku peyama Rêber Apo hat, em ê dest bi kongreyê bikin û civîn qedand. Dihat fêhmkirin ku krîza heyî heta astekê çareser bûye.

 ANF/CIWAN TUNÇ /NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.