Divê kongreya neteweyî bê kirin
Şemî 17 Gulan 2025 - 02:45
Di çarçoveya yekîtiya gelê Kurd û peyama Rêber Apo de li Qamişloyê 26’yê Nîsanê bi tevlîbûna 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurd hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê rêxistin û partî cihê xwe di konferansê de girt. Têkildarî girîngî û bandora konferansê çalakvanên navçeya Ranya axivîn. Çalakvan Hawrê Kastro destnîşan kir ku konferansa li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, bû bingehek ji bo lidarxistina kongreyeke niştîmanî û got:“Lidarxistina Kongreyeke niştîmanî serketina doza gelê Kurd e.”
Hawrê Kastro daxuyakirin ku Kongreya Netewî û niştîmanî bingeheke girînge ku her kîjan hêz û aliyê siyasî ji bo lidarxistina wê kar bike û got:“Li hemû qonaxekê girînge kongre hebe û bê lidarxistin.” Hawrê Kastro anî ziman ku divê her kes xwe ji fikra teng a partî û hîzbî dûr bigire û got:“Ji bo em bikarin bi hev re di nava aştî de bijîn divê em li hemû parçeyan xwe ji ramanên teng ên partiyî dûr bixin.”
Çalakvan Asos Osman jî bal kişand ser guherînên li Rojhilata Navîn pêk tên û got:“Pêşketinên pir lez û bez pêk tên. Raste dewletên sermayedar li gorî berjewendiyên xwe kar dikin. Di heman demê de berjewendiyên esasî yên Kurdan jî li hemû parçeyan bidestxistina aştiyê ye.” Asos Osman bibîr xist ku 100 salên borî gelê Kurd nekarî bi desthilatên Tirk, Ereb û Farisan re bi rehetî bijî û got:“Ji bo wê ye ku lidarxistina Kongreya Netewî bingeheke wê heye, niha jî zemîna wê amade ye. Hêvîdarim ku di demekê de pêk bê.” Çalakvan Asos Osman herî dawî ev got: “Bi hêviya ku hemû aliyên siyasî û hêz ji bo vê kar bikin ku bikarin di nava vê guherîna li Rojhilata Navîn de Kurdistaneke mezin ku xewna şehîdan e pêk bînin.”
ROJNEWS/RANYA