Yekîtî bûyîna xwedî statû ye

Çarşem 14 Gulan 2025 - 02:50

Siyasetmedar û nivîskar Fadil Bedîrhanoglû ku weke delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, têkildarî înîsiyatîfê axivî. Fadil Bedîrhanoglû, diyar kir ku girîngiya yekitiyê ji bo her miletekê gelekî mezin e û got:“Ji ber vê çendê xebata ji bo yekitiyê, xebateke herî pîroz e. Helbet yekitiya li ser qenciyê. Yekitiya miletê bindest jî yekitiya li hemberî derketina pêşberî tiştên nebaş in, zilmê ne. Ji bo ku ev zilma sedan sal in li ser miletê me rabe, em hêza xwe, helwesta xwe bikin yek qet nebe em bikarin vê zilm û zordariyên li ser xwe bidin aliyekî weke hemû insanên dinyayê em jî bibin xwedî mafekê, statuyekê û em jî bibin endamekî dinyayê. Ji ber vê yekê ev civîn pir girîng e û derengmayî ye. Hereketa miletê Kurd 30 sal in destê aştiyê dirêj kiriye. Dibêje aştî aştî aştî. Bes destê wan nayê girtin, çima nayê girtin? Ji ber destê dewletê ne vala ye. Ji nava miletê Kurd ên destê wan digirin hene. Wezîfeya pêşengên Kurd a sereke ew e ku destê wan ê tejî vala bihêlin.”

Fadil Bedîrhanoglû, anî ziman ku gelê Kurd yekrêz e lê rêveberên gelê Kurd ne yekrêz in û got:“Lazim e ev bên çareserkirin. Muşterekên me hene. Em Kurd in Kurdistanî ne. Kêmnetewe an jî olên hejmara wan hindik di nava me de hene. Ew jî hemwelatiyên me ne û divê em ji wan re jî rêzdar bin. Lê em hemû Kurdistanî ne. Em hemû hemwelatiyên Kurdistanê ne. Derdê me hemûyan yek e. Ev zilma tê kirin li me hemûyan tê kirin. Ew nexweşiya tê kirin li me hemûyan tê kirin. Em hemû wê zehmetiyê dikişînin. Lazim e em li hemberî van pirsgirêkan yekrêziya xwe çêkin. Em hemû nebin yek, hêza me bela wela be heta niha çawa derbasbûye dê bi şeklekê derbas bibe. Lê dema em hemû bibin yek û yek gotina me û helwesta me hebe êdî muxatabê me dê mecbûr bibin me li ber çavan bigirin. Dema em li ber çavan girtin wê pirsgirêk bikevin rêza çareseriyê. Ji ber wê yekê reçeteya çareseriyê îro bi vê helwestê tê destpêkirin. Lazim e em hemû tev de vê helwestê xurt bikin. Em tu kesê ji derve nehêlin. Em hemû hemwelatiyên xwe yên siyasî bin olî bin civakî bin em xwe bigihînin wan em tev de gotina xwe û helwesta xwe bikin yek. Ji xwe dema em bû yek tu alternatîfên din namînin. Êdî muxatabên me mecbûr in me li ber çavan bigirin bi me re çareseriyê bînin.”

AW/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.