Portreyên bi xwe bawer û zindî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Adar 2025 - 00:15

Ji bo îllûstratorek karibe ji xwe re şêwazeke resen û estetîk bibîne rêwîtiyeke dûr û dirêj divê. Ew bi karên pratîkî roj bi roj hewl didin şêwaza xwe xurttir bikin û tiştên nû diceribînin. 

Yek ji van îllûstratorên ku xwedî şêwazeke cihê ye, Galya Gubchenko ye. Ew bi îllûstrasyonên xwe yên balkêş dikeve pey portreyên navdar, nexasim jî portreyên şêwekarên navdar xêz dike. Rûyê şêwekaran ên bi xwe bawer û rengên zindî didkin ku portreyên wê zindîtir xuya bibin. Û mirov pê derdixe ku ev şêwaz ji destê îllûstratoreke xurt derketine.

Galya Gubchenko di derbarê karen xwe de dibêje; “Bi salane ez xêz dikim ta kum in ji xwe re stîlekê peyda kir. Pirr bixebitin û ji ceribandinên nû netirsin. Wisa pê bawerim ku her kesek xwedî stîleke taybet e. Eynî weke destxetan stîla mirov jî weke îmzeyekê ye û bi rêya van îmzeyan mirov pê derdixe kîjan kar ji destê kîjan hunermendê/î derketiye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.