Neviya Îştar; Rêvan Kobanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Adar 2025 - 00:56

  • Pirtûka nivîskar Ronak Mûrad a bi navê Neviya Îştar di sala 2008’an de bi zimanê Erebî ji weşanxaneya Ronahî derket pêşberî xwînerên xwe. Pirtûk cih dide serpêhatiya Rêvan Kobanê ya bi berxwedana xwe dîrok nivîsand.

Pirtûka nivîskar Ronak Mûrad a bi navê Neviya Îştar di sala 2008’an de bi zimanê Erebî ji weşanxaneya Ronahî derket pêşberî xwînerên xwe. Wergera wê ya bi zimanê Kurdî jî sala 2024’an ji çapxaneya Şehîd Herekol a Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê derketiye.

Pirtûk li ser serboriya gerilayek jin a di pevçunek li gundek ê herêma Garzanê de birîndar bûye hatiye nivîsîn. Gerila Rêvan Kobanê ya ku di pevçunê de ji destê xwe birîndar bûye û ji hevalên xwe qut bûye, 8 mehan bi tena serê xwe di nava çiyayên herêma Garzanê de li hemberî hemû zoriyan xwe parastiye heta gihiştiye hevalên xwe.   

‘Ev çîrok mînaka sekna keçek Kurd e’

Nivîsa li ser berga pirtûkê wiha ye: “Di dîroka şoreşa me ya Kurdistanê de dibe ku rastî ji xeyalan balkêştir be û ya ji wê girîngtir jî ew e ku jin di piraniya roman û bûyerên dîroka me ya nûjen de leheng bin. Nemaze dema ku eşqa heqîqetê û hêviya azadiyê di berxwedanî û sekna milîtaniyê de, di nava şert û mercên şer û dorpêçkirina li çiyayên welat de para gerîla be. Ev çîrok rastiyek e û mînaka sekna keçek Kurd e.”

Bîranîna wê jî hêz dide ciwanan

Wergera wê ya bi zimanê Kurdî jî di sala 2024’an de ji çapxaneya Şehîd Herekol a Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş xwendevanên xwe. Dema ku pirtûk li nava bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat belavkirin, gelek jinên ciwan ên ku bi Erebî nizanibûn û li benda wergera wê ya Kurdî bûn, pirtûk xwendin û nêrînên xwe bi nivîskî ji nivîskara pirtûkê re şandin. Gelek ji wan di nameyên xwe yên ji nivîskara pirtûkê Ronak Mûrad re şandin de diyar kirine ku piştî xwendina pirtûkê wan hêza têkoşîna li hemberî zoriyan zêdetir nîşan dane. Her ku ew rastî zoriyê hatine têkoşîna Rêvan Kobanê anîne bîra xwe û ji wê hêz girtine. 

Gerîla Rêvan Kobanê

Pirtûk çîrokek rastî ya jinek ciwan, gerîlaya Kurd a ji bajarê ku wek bajarê berxwedanê cîhê xwe di dîroka şoreşa Rojava de girt, ango ji Kobanê ye. Bi zimanekî wêjeyî pir baş lihevhatî hatiye nivîsandin. Pirtûk bi bûyera birîndariya gerîlayek jin dest pê dike û li pey hev herikandina hemû tiştên erênî û neyînî yên derdikevin pêşiya wê, berdewam dike. Gerîla Rêvan Kobanê jî weke bajarê xwe berxwedaniyek mezin nîşan dide. Ew bi inad li hemberî tengasiyan qayîm disekine.

8 mehan bi tena serê xwe liberxwe dide

Di zivistanek zor a Garzanê de hêviya xwe mezin dike û dikare li hemberî mercên herî zor ên jiyanê 8 mehan li ber xwe bide. Di nava çiyayan de ji operasonên dewleta Tirk û karesatên xwezayî xwe diparêze heta biharê. Ji bo parastinê jî tenê du bombeyên wê hene. Ne rext ne jî tiştek din pê re nîne ji ber wê her du bombe bi tayek ve girê daye û bi stuyê xwe ve kiriye. Bi şev û roj deqeyek jî wan bombeyan ji xwe dûr nake.

Xelasbûna ji êrîşên guran

Bi şevan li dengê xwezayê guhdarî dike û hemû bala xwe dide ser dengan. Ew her dem li bendê ye şevekê di nava wan dengan de dengê lingê hevalên xwe bibhîse û qîr bike, ji wan re bibêje vaye ez li vê derê me. Şevekî dengê tevgerîna revdeyek gurên di zivistanê de xwarinê peyda nakin û ji birçîna li nêçîrê digerin dibhîse, lê tam pê dernaxe. Baş guhdarî dike, dixwaze bişibîne dengê lingê hevalên xwe, lê nabe. Çend roj şûnde li gorî agahiyên ku ji hin kesan digire, dizane ew gur bûne yên wê şevê deng derdixistin û çûne pezê gundek li jêra wê birine. Ji xwe re dibêje baş bû ku min dengê xwe dernexist, an ez ji ber wan xelas nedibûm.

Xewnên wê rast dibin

Dema di nava xwezayê de bi tenê dimîne bi şev û roj şiyar e û xew bi çavên wê nakeve. Bi taybetî bi şevan hemû pêhesînên xwe vedike û bi baldarî li dengên derdorê guhdarî dike. Ew êdî hînî dengê xwezayê yên derdora xwe bûye, ji ber wê ye ger dengek cuda bê yekser ferq dike û li hemberî wê ji bo parastinê xwe amade dike. Her ku dikeve tengasiyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan ê ku beriya salekê li gel mabû, li ser hev du dewre perwerde li gel dîtibû di xewna xwe de dibîne. Her ku di xewnê de tiştek jê re digot, bi kelecan şiyar dibû û yekser li ser disekinî didît xewna wê pêk tê. Ji ber wê jî pala xwe dabû xewnên xwe û her ku tiştek neyînî derkeve pêşiya wê destpêkê di xewnê de dibîne. Vê yekê pêhesîn û hestên wê xurt kiribû ku gundiyên derdorê weke ferîşteyan lê dinhêrtin. Her ku ev nêrîn û pêşdîtinên xwe bi gundiyan re parve dikir û paşê didîtin weke wê dibe, zêdetir jê bawer dikirin. Bi taybetî jî piştî ku gundiyek demek bû li mala wî dima di bin aşûta berfê de ma.

Aşûta berfê

Beriya ku zilamê malê yê hinek jî ne dirust û dibe ku her kêliyê gotina hevalek jin di nava gundê wan de dimîne ji ser zimanê xwe birevanda û ew agahî biçûya heta guhên dijmin, ji mala xwe derkeve û ber bi gund ve bikeve rê; Rêvan jê re dibêje: “Bi ya min be tu îro bi cihekî de neçî baş dibe.” Zilam hinek şaşwaz dibe û jê dipirse dixwaze sedema wê hîn bibe, dema pir îsrar dike jê re dibêje: “Ji ber min şevê dinê te di xewnê de nebaş dît, îro ji malê dernekevî baş dibe.” Zilam hinek ditirse û li ser wê gotinê difikire lê careke din jî pir guh lê nake û dema Rêvan li gel hevjîna wî li metbexê xwarina nîvroyê amade dike, bi dengê hewarê yê gundiyan pêhesiyan ku firsend dîtiye û ji malê derketiye. Dema hinek ji malê dûr dikeve, hê negihîştiye gund aşût bi ser de tê û gundî wî bi zorê ji bin aşûtê derdixin. Dema bi ser xwe de tê destpêkê dibêje ka hevala Rêvan bînin ez lêborîna xwe jê bixwazim. Dema vê meseleya xwe di nava civata gundiyan de dibêje, her kes matmayî dimîne û zêdetir bawerî bi Rêvan tînin. 

Perwerdekirina jinên ciwan

Pêwendiya hevala Rêvan bi gundiyên gundên derdorê re hinek caran weke xwendekar û mamoste ye. Di rojên zivistanê yên kes nikarin ji mala xwe derkevin û hemû gundî di malên xwe de li benda hatina biharê ne de, wan perwerde dike. Bi taybetî jî jinên ciwan lê kom dibûn û li ber destê wê yê birîndar perwerde dibûn. Hinek caran xwe ji pirsgirêkên wan ên civakî berpirsyar didît û heta çareser nekira dev jê bernedida. Hinek caran jî weke neferek ji malbatê xwe ji xebata nava malê berpirsyar dibîne. Ev hemû dibin sedem ku gundiyên gundewarên derdorê gelek jê hez bikin, weke yek ji xwe hesab bikin û ji bo parastina wê ked bidin. Bi taybetî jî pêşdîtinên wê dibûn sedem ku gundî weke periya daristanê yan jî firîşteyan lê binhêrin.

Hêviya xwe tu car winda nake

Li gel van tevan jî hêviya gihîştina hevalên xwe roj bi roj di hundirê xwe de mezin dike û bi wê hêviyê xwe li jiyanê digre. Dema dikeve tengasiyên dijwar gelek caran difikire ku bi wan bombeyan dawî li jiyana xwe bîne lê dîsa hevalên xwe tîne bîra xwe û ji xwe re dibêje nabe bi çi şêwazî be divê ez xwe bighînim hevalên xwe. Ew dizane dema bighê hevalên xwe, êdî riya xwegihandina Rêberê xwe yê ku ji rewşa wê ya heta dema birîndariyê jî agahdar e, bibîne. Ew dizane Rêbertî zanibe ew dijî wê teqez bişîne pey û bibe cem xwe. Jixwe berê jî wê nas dike û erkên ji qama wê girantir dida ser milên wê. Niha jî wê gazî bike û çîroka wê ya vê pêvajoyê giştî guhdarî bike. Jixwe wisa dibe û fermana nivîsandina vê pirtûkê jî Rêbertî dide.

Gihîştina hevalên xwe

Di dawiya hemû zoriyan de agahî digre ku hevalên wê hatine herêma ku lê ye. Ew li binê darên fêkiyan li ber ava çem digihîje hevalên xwe. Komek gundiyên wê pêvajoyê pê re bûn û mereq dikirin wê hevdîtina wan çawa be jî li wê amade ne. Rêvan avê derbas dike û dema nêzî hevalên xwe dibe ji ser xwe diçe. Hevalên wê li ser serê wê kom dibin û hewl didin wê li jiyanê vegerînin. Di wê navberê de gundiyên bi mereqa hevdîtinê li wê bûn jî li ser vê yekê rondikan dibarînin. Dema bi ser xwe de tê jî digrî heta bêhna wê derdikeve. Hevalên wê jî pê re hestiyar dibin û wê digrin nava rêza xwe û ji wê dûr dikevin. Çend roj şûnde jî dest bi rêwîtiya çûyîna herêma Amedê dikin. Ji derveyî hevalên pê re kesek din bawer nake hevala Rêvan dijî, hemû dizanin ku şehîd bûye. Dema dighîjin Amedê, hevalên herêma Amedê hemû bi şaşwazî lê dinhêrin û kêfxweş dibin. Fermandarê herêmê hevalan kom dike û ji hevala Rêvan daxwaz dike ku ji hevalan re qala vê pêvajoya tenêmayîna xwe bike.

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.