Ji Rastakê albûma ‘Çîrokên Cîhan û Rojê’

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Adar 2025 - 00:28

Koma muzîkê ya navdar Rastakê albûma xwe ya nû “Tales of Earth and Sun / Çîrokên Cîhan û Rojê” weşand û bala hezkiriyên muzîkê kişand ser xwe. Albûma ku 22yê Sibatê hat weşandin, 6 stranên ku ji herêmên cuda yên Îran û Efxanistanê hatine berhevkirin, li xwe digire.

Stranên di albûmê de ev in;

Havar Havar (Hurmuzgan)

Dora Dora (Loristan)

Aman Hey Aman (Kurdistan)

Zim Zim (Efxanistan)

Halo Halo (Belûçistan)

Azadî (Kirmaşan)

Koma Rastak

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997’an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.

Albûma yekem a komê sala 2007’an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye. Sala 2010’an albûmeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist. Piştre albûmên  xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.

Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye,  Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî konser dane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.