Tesîra muzîkê ya li ser bîranînan

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Adar 2025 - 00:26

Guhdarîya muzîkê çalakîyek e ku hema bêje di jîyana rojane ya her kesê de cih digire. Pir lêkolîn piştrast dikin ku ev çalakî bêyî zehmetî asta bextewarîyê zêde dike, bîr û hişê mirovî xurt dike, êşa fîzîkî kêm dike, kalîteya xewê û tenduristîya mejîyî baştir dike. Lêkolîneka berî çend mehan, destnîşan dike ku guhdarîya muzîkê dikare naveroka hestyarî ya bîranînan biguherîne. 

Di kovareka bi navê Cognitive, Affective, & Behavioral Neuroscience de cotmehê lêkolînek hate weşandin. Vê lêkolînê bal kişande ser bandora muzîkê li ser hest û bîranînan.

Muzîk dikare naveroka hestyarî ya bîranînan biguherîne?

Ev xebat lêkolîn dike ka gelo muzîk dikare naveroka hestyarî ya bîranînan biguherîne. Fikra ku bîranîn dikarin di dema bîrhatinê de werin nûvekirin li pişt xebatê ye. Bi vê ramanê, çar lêkolîneran gihiştin encamên balkêş li ser dema bîranînan guhdarîkirina muzîkê ka bandoreka çawa li ser wan bîranînan dike.

Lêkolîn ji hêla sêwirana ezmûna sê rojan pêk tê. Roja yekem a ezmûnê wekî qonaxa kodkirinê tê destnîşankirin, roja duyemîn a bîranînê û roja sêyemîn roja paşveanînê ye. Di qonaxa kodkirinê de, mezinên saxlem ên di navbera 20-40 salîyê de çîrokên ku tiştan bînin bîra wan têne pêşkêşkirin. Di qonaxa bîranînê de, beşdar dema bîranînên xwe bi bîr tînin, guhdarî muzîka hestyarî dikin. Di qonaxa paşveanînê de, tê hesabkirin ka çawa muzîkê di demekê dirêj de ev bîranîn guhernadine. Di vê qonaxê beşdar vê carê hewil didin bêyî muzîk van bîranînan dubare bi bîr bînin.

Lekolînvan îdîa dikin ku di dema bîranînê de li paş pîlanê straneka hestyarî bê lêdan îhtîmala lêzêdebûna hindek hêmanan çêdibe li ser versîyona orîjînal. Ev hîpotez, li dû azmûna li ser azmûneran tê piştrastkirin.

Dîtinên sereke yên lêkolînê

Em dixwazin lêgerînên lêkolînê li ser beşan rave bikin, encamên reftarî û wêne rezonansî ya manyetîka fonksîyonel:

Encamên reftarî: Di destpêkê de, beşdaran bêyî muzîk bîranîn bi bîr anîn, paşê bi muzîkê hewil dan biranînan bi bîr bînin. Li gor vê yeke hate dîtin ku meyildar bûn li ser tona hestyarî ya muzîkê. Di encama vê yekê de, çîroka orîjînal bû xwedîyê toneka hestyarî ya zêdetir û ev yek hemaheng bû li gor tona muzîkê ya hestyarî. Bo nimûne, heger muzîkeka nerênî guhdarî kiribe bîranîna xwe di asteka reşbîn de dinirxîne.

Wêne rezonansî ya manyetîka fonksîyonel: Dema ku beşdaran bîranînan bi bîr dianîn û muzîk guhdarî dikirin, bi vê rêbazê çalakîyên mejîyê wan hate pîvandin. Beşdar bi guhdarîkirina muzîkê dema ketîne pêvajoya bîranînê, cihên mejîyê wan yên wekî amigdala, hippocampus û parietal lobê ketin çalakîyê. Li gor lêkolînê, zêdebûna têkilîyê di navbeyan cihên amigdala û frontal korteksê de dibe alîkar ji bo çêbûna çîrokê hestyar.

Hêza veguherîna muzîkê

Dema ku em li encaman dikolin em fêm dikin ku guhdarîya stranan hem bîranînan zindî dike û hem jî hêmanên nû yên hestyarî li wan zêde dike. Bi gotineka dî, bîranînên ku ji hêla hestyarîya notr in, bi guhdarîkirina muzîkê dikare ji alîyê hestyarî ve were nûkirin. Di vê qonaxê de, divê em dîyar bikin ku naveroka stranê jî pir giring e; Straneka bi hestên erênî û straneka bi hestên nerênî li ser heman bîranînê dikarin bandorên cuda lê bikin.

Ev lêkolîn pêşnîyar dike ku guhdarîya muzîkê dikare di dermankirina mercên psîkolojîk de wekî depresyon û nexweşîya stresê ya piştî trawmayê were bikaranîn. Pisporên tenduristîyê dikarin bifikirin ku sûdwergirtina hêza veguherîna vê çalakîyê heye ku şêwazê dide bîranînên nerênî. Ji bo ku em vê çalakîyê di pêvajoyên dermankirinê de bi cih bikin, em dixwazin dîyar bikin ku divêt bêtir lêkolînên zanistî li ser bêne kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.