Civaka navneteweyî divê tevbigere

Çarşem 19 Adar 2025 - 02:55

Di êrîşên hewayî yên dema dawî de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Parlamentera CUP a Parlamenta Katalonyayê Eulalia Reguant êrîşên li ser Rojava ji ANF'ê re nirxand. Parlamenter Eulalia Reguant êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava weke hewldaneke dagirkeriyê pênase kir û got:"Ji roja ku dewleta Tirk Rojava dagir kiriye û vir ve hem êrîşî herêmê dike, hem jî êrîşî gelê Kurd dike. Di vir de şerekî ji du aliyan nîne, bi rengekî eşkere hewldaneke dagirkeriyê heye. Dewleta Tirk bi şênberî êrîşî sivîlên li herêmê dike. Armanca bingehîn a dewleta Tirk û milîsên wê ew e ku herêmê bi temamî kontrol bikin û mafê jiyanê nedin gelê Kurd."

Civaka navneteweyî bêdeng e

Eulalia Reguant diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze li herêmê hegemonya Osmanî ji nû ve ava bike û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne û got:"Dewleta Tirk bi êrîşên li ser binesaziya sivîlan, çavkaniyên enerjiyê û navendên avê şert û mercên jiyana sivîlan zehmet dike û wan neçar dihêle ku koç bike. Civaka navneteweyî divê bala xwe bide ser bûyerên li herêmê diqewime û dest ji wê helwestê berde ku bi Tirkiyeyê re hîn jî têkiliyeke normal dimeşîne. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li herêmê kûrkirina şer e. Ev polîtîka sivîlan dixe nava rîskeke mezin."

Pêwîstî bi baldariyê heye

Eulalia Reguant anî ziman ku hilweşîna rejîma Esad girîng e, lê belê têkildarî rêveberiya HTŞ'ê ya ku ketiye şûna wê jî divê mirov hişyar û baldar bin û got:"Em zanin ku HTŞ xwedî rabirdûyeke Îslamî ya radîkal e. Me dît bê van komên cîhadîst çi li Rojava û Kobanê kirin. Dema ku paşeroja Sûriyeyê hate avakirin, tişta ku divê esas bê dîtin, feraseta rêveberiyeke demokratîk e."

Divê modela Rojava belav bibe

Parlamentera Katalan diyar kir ku sîstema li Rojava ava bûye divê bê parastin û ji bo paşeroja Sûiryeyê weke modelekê bê nirxandin û got:"Sîstema demokratîk û civakî ya li Rojava girînge ji bo tevahiya Sûriyeyê weke model bê dîtin. Armanc ew e ku Sûriye bibe xwedî modeleke demokratîk, hemû komên olî û etnîkî entegreyî rêveberiyê bê kirin û demokrasiyeke rasteqîn bê garantîkirin. Avakirina rêveberiyeke berevajî vê yekê wê demokrasiyê neyne herêmê, wê nearamiyê hîn zêde bike. Modela Rojava ne tenê ji bo Sûriye û herêmê di dema dirêj de ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniyeke mezin a hêviyê ye."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.