Erd û ezman bû Newroz
Şemî 22 Adar 2025 - 03:30
Agirê Newroza 2025’an a bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” li qadên Newrozê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, di nava coşeke mezin de, hat pêxistin. Girseya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin û bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” berê xwe da 11 qadên Newrozê yên Qamişlo, Dêrik, Gundê Hilêq ê Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê. Bi gihîştina girseya gel re, li qadên pîrozbahiyan, agirê Newrozê bi destê malbatên şehîdan hatin pêxistin. Qadên bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengên Newrozê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên xwecihî hatin xemilandin. Di şahiyan de bi hezaran şêniyên ji hemû beşên civakê û pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî û neteweyî beşdar bûn. Di Newroza îsal xelkê tevahî herêmên cuda yên Sûriyeyê beşdar bûn, ev jî nîşaneya rihê hevgirtina gel nîşan dide.
NAVENDA NÛÇEYAN