Li Rojava kelecana Newrozê
Çarşem 19 Adar 2025 - 03:30
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê amadekariyên Newroza 2025’an ku îsal bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” bi berfirehî didomin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê wê li 12 meydanan pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.
Kantona Cizîrê
Hesekê: Qada Newrozê ya li Bendava Rojava
Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo
Dêrik: Qada Şehîd Çîçek
Tirbespiyê: Qada Dirêçîk
Girkê Legê: Gundê Helîq. Şêniyên Çilaxa, Girkê Legê û Rimêlan beşdar dibin.
Amûdê: Gundê Çaxir Bazar
Dirbêsiyê: Gundê Çolbistan.
Kantona Firatê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ji ber komkujiya ku di 16’ê Adarê de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li gundewarên Kobanê pêk hat û di encamê de 9 kes şehîd bûn, piraniya pîrozbahiyên Newrozê betal kirin.
Li bajarê Eyn Îsa 19’ê Adarê.
21’ê Adarê li Girkê Meştenûr ê Kobanê.
Kantona Reqayê
Cejna Newrozê bi beşdariya hemû pêkhateyên kantonê di 21’ê Adarê de li bajarê Reqayê li stadyuma şaredariyê tê lidarxistin.
Kantona Tebqayê
Li kantona Tebqayê, pîrozbahiya Newrozê li stadyuma li navenda bajarê Tebqayê di 21’ê Adarê de tê lidarxistin.
Heleb
Di 21’ê Adarê de li Helebê, li Qada Newrozê ya li herêma Şeqîf a taxa Şêxmeqsûd şahiyek tê lidarxistin.
Komîteyên amadekar ên pîrozbahiyên Newrozê bang li şêniyan kir ku bi coş beşdarî pîrozbahiyan bibin.
Werin em agirê Newrozê geş bikin
Newroza 2025’an di bin dirûşma “Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo, Misogeriya Civaka Demokratîk e” li Kantona Cizîrê li 7 navendan wê bê pîrozkirin, Endama Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newrozê û Hevseroka PYD’ê ya Kantona Cizîrê Eyhan Murad ji ANHA`yê re axivî. Eyhan Murad bal kişand ser banga dîrokî `Aştî û Civaka Demokratîk`a ku Rêber APO û got:“Îsal cudahî heye, em ê vê Newrozê bi peyam û banga Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikin. Newroza 2025’an wê bibê Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêka Rojhilata Navîn û Cîhanê tevahî bê çareserkirin. Kilîta çareseriyê Îmralî ye.”
ANHA