Klîba ‘Em bernadin dîlanê’ hazir dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Adar 2025 - 02:30

NESRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Hunermendên bajarê Helebê dest bi çêkirina klîba “Em bernadin dîlanê”, ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd û îradeya wî ya parastina xak û destkeftiyên xwe, kir. Dîmenên klîbê li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tên girtin.

Awaz û nivîsandina stranê yên hunermend Baran Dilbihar in. Stran li ser destanên lehengiyê yên li Bendava Tişrînê hatine kirin ku şervan û nobedar mil bi mil li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin, tê çêkirin.

Di stranê de hunermend soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin û rastiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dikin. Di stranê de fedakariya her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bendava Tişrîn şehîd bûne, tê bibîranîn.

Tîmên hunerî yên beşdar

Di klîbê de Koma Agirî ya stranan û Koma Stêrkên Efrînê ya folklorî ku her du girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê ne, beşdar in.

Amadekariya klîbê ji destpêka meha Sibatê ve tê kirin. Endama Koma Agirî Laçîn Îbrahîm ku ew bi dengê xwe di klîbê de beşdar e ji ajansa me re got: “Ji bo ku em stranê bê şaştî pêşkêş bikin, me gelek perwerde dîtin, da ku em peyama piştgiriyê ya ji bo berxwedana Bendava Tişrînê baş ragihînin û sekna xwe li kêleka berxwedêrên li wir nîşan bidin.”

Berî vê klîbê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê her du stranên “Welato” û “Roja Qîretê” derxistin, ev jî di çarçoveya xebatên hunerî yên li ser têkoşînê û yekitiya niştîmanî de ye.

Peyamek ji bo cîhanê

Klîba nû ne tenê karekî hunerî ye, her wiha ew ji bo cîhanê peyamek e. Klîb îradeya gelê Kurd û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û parastina mafên xwe dikin, nîşan dide.

Çaverê ye ku klîb di demeke nêz de were weşandin û ew jî li mîrasa hunerî ya li ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û rûmetê zêde bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh hunermendên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê klîbek bi navê “Sûriyayê Bixemilînin” derxist. Klîb balê dikişîne ser pirrengiya tevna civakî û çandî ya herêmê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.