Serpêhatiyeke her zarokê heye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Nîsan 2022 - 22:15

Li Rojava, xebatên çand û huner didomin. Bi taybetî jî ji bo zarokên ku şer bandor li wan kiriye, xebatên taybet tên meşandin.

YARA KENDEŞ / JINNEWS/KOBANÎ

Li Rojava, xebatên çand û huner didomin. Bi taybetî jî ji bo zarokên ku şer bandor li wan kiriye, xebatên taybet tên meşandin. Zarok bi xebatên çand û huner, hest û ramanên xwe tînin ziman û li pêy xewn û xeyalên xwe diçin. Şêwekar Hêlîn Ehmed Ebas, li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê dixebite. Hêlîn mamostetiya zarokan dike. 

Şêwekar Hêlîn Ehmed Ebas dibêje, zarokên ku şer li wan bandor kiriye, bi xêzkirina wêneyan hest û ramanê xwe tînin ziman: "Zarok hem bi xêzkirinê bandora şer tînin ziman û hem jî xewn û xeyalên xwe tînin ziman."

70 zarokan perwerde dike 

Hêlînê di destpêka axaftina xwe de bal bire ser girîngiya wênexêziyê û got, "Ev bû 4 sal ez li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido, di beşa wênexêziyê de kar dikim. Her wiha piştî salekê min dest bi perwerdekirina zarokan kir. Hejmara zarokên ku ez wan perwerde dikim niha 70 ye. Ez di du beşan de perwerde zarokan dikim. Şer bandorê li zarokan dike, ji ber vê yekê jî her zaroka ku pênûsa xwe digire serpêhatiyekê vedibêje.”
 
‘Bandora şer li ser zorakan heye’ 

Hêlîn dibêje, çi tê serê zarokan, wê xêz dikin: "Ez bi rêya wêneyên ku zarokan xêz kirine, dikarim hest û ramanê wan bixwînim. Lê ez dibînim ku gelek êş û zorî bi serê wan de hatiye. Bi rastî xewn û xeyalan wan di xêzên wan de derdikevin holê. Di wêneyên xwe de jiyaneke pirr xweş û cûda xêz dikin. Zarok  siberojê dixwazin bibin mamoste, endezyar, bijîşk û tiştên din. Ev hemû, di xêzên wan de derdikevin holê. Helbet bandora şer jî li ser fikirê zarokan heye. Ji ber ku tevahiya cîhanê zehmetî, êş û azara ku wan kişand, dît.”
 
‘Hêviyên xwe nekujin' 

Hêlîn di dawiyê de dibêje, ew ê heta kêliya dawiyê xewn û xeyalên zarokan bi pêş bixe: “Bi rêya wêneyekî mirov dîrokekê zindî dike, berxwedana gel bi rêya pênûsa zarokan xuya dibe. Ez bang li her jinê, ciwanî û zarokê dikim, xwedî li çanda xwe derkevin û hêviyên xwe nekujin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.