Serpêhatiya Hindî

Nûçeyên Dosye

Sêşem 26 Çile 2021 - 02:26

  • Zimanê Hindî sala 1949´an bû zimanê fermî yê hikûmeta navendî ya Hindistanê, lê 15 salan Ingilîziyê şirîkatiya wê kir heta ku 1965´an Hindî bû yekane zimanê fermî yê hikûmeta navendî.

Li gorî serjimara 2011´an li Hindistanê 322 milyon mirov Hindî weke zimanê dayikê dipeyivin. Bi vî hesabî, Hindî piştî Mandarîn (zimanê Çînê), Ingilîzî û Spanî, zimanê çarem ê herî mezin e li gorî axêverên wê yên zimanê dayikê. Jixwe, gava mirov zimanên weke Urdu û çend zimanên din ên ku xwe weke Hindî bi nav dikin lê zêde bikin, ew piştî Mandarîn û Ingilîzî dibe zimanê sêyem ê herî mezin li dinyayê. Lê serpêhatiya fermîbûna vî zimanî hîna nû 26´ê Çileyê 1965´an diçe serî. Yanî beriya bi 56 salan, piştî ku 15 sal di ser qebûlkirina zimanê fermî Hindî li Komara Hindistanê re dibihurin, rêveberiyê bi destûra bingehîn Hindî tenê kir zimanê hikûmeta navendî. Di nava 56 salan de jî ev ziman weke zimanê fermî û zimanê duyem ê qederê 300 milyon mirovên din, li Hindistanê berfireh bû. Bi vî rengî mînakeke baş a standartkirin û belavkirina bikaranîna zimanekî li welatekî nîşanî me dide.   

Zimanê Hindî jî weke zimanên Kurdî, yek ji zimanên Hindo-Arî ye. Hindiya îro ji şêwezarê Delhiyê hatiye wergirtin, hatiye standartkirin û sankrîtîkirin, yanî peyv û hevokdanîna Sanskrîtî ji Hindiya nû re bûne çavkanî. Hindî bi gelek alfabeyan bê nivîsandin jî, ji sala 1965´an ve Hindiya bi alfabeya Devanagarî tê nivîsîn, zimanê fermî yê dewleta navendî ya Hindistanê ye. Li Hindistanê wekî din gelek zimanên fermî hene û ev li gorî eyaletan diguherin. Navê 22´yan ji van zimanan di destûra Hindistanê de hatiye hildan.

Sind û Hind

Binavkirina îro ya weke Hindî, ji Kurdistan û Îranê ye. Yanî binavkirineke ji derve ye. Di zimanên kevin ên Kurdistan û Îranê de ji bo binavkirina welat û zimanê vî welatî peyvên Hind û Hindî hatine bikaranîn. Ev nav bi xwe jî ji peyva Sanskrîtî Sindhu tê. Çawa di çîrokên Kurdan de gava behsa Hindistanê tê kirin, dibêjin, Hind û Sind, ha bi wî rengî jî Sindhu ya Sanskrîtî devera ku îro jê re Geliyê Çemê Hindus tê gotin terîf dike. Di zimanê Urdû de îro jî ji vî geliyî re dibêjin, Sind. Axir em ji vê herêma îro  navbera Hindistan û Pakîstanê re Sind bibêjin jî, navê Hindê ku em ji bo bakurê Hindistana îro bi kar tînin jî, ji heman peyvê hatiye çêkirin.   

Ji hev veqetîna Hindî û Urdû

Di warê dîrokî de Hindiya îro yek ji şêwezarên ji Sanskrîta Vedî ye û Hindî di sedsala 7´an de hêdî hêdî dirûv digire. Ji wê Hindiyê di sedsala 18´an de zimanekî kêm zêde standartbûyî di nava rêveberiyên Misilmanbûyî yên Hindî de derdikeve û bi tesîra Farsî û Erebî, zimanê Urdû çêdibe. Ev di serdema Mûxal de dibe. Lê Hindiya Hindistanê wê hîna nû piştî bi sedsalekê karîbûya van gavên Urdûyê biavêje, yanî hîna nû ber bi dawiya sedsala 18´an ve weke rêûresmeke edebî bi pêş dikeve. Di sedsala 19´an de formekî nû yê standartbûyî yê Hindistanî yê ku ji Urdû veqetiyabû, bi gewde bû û ha ew ziman wê bibûya Hindiya îro. Xanedaniya Bihar sala 1881´ê ev ziman weke zimanê fermî yê karûbarên dewletê qebûl kir. 

Sanskrîtî weke çavkanî

Rêveberiya Hindiya Navendî ya Wezareta Perwerde û Çandê ya Hindistanê, piştî serxwebûna wê, 14´ê Îlona 1949´an Hindiya bi alfabeya Devanagarî li şûna Urdû weke zimanê fermî qebûl kir. Beohar Rajendra Simha ji bo zimanê Hindî gelekî xebitîbû, û rojbûna wî ya 50´î yanî 14´ê Îlona 1949´an ji bo bi qedrê wî bê zanîn, weke roja qebûlkirina Hindî weke zimanê fermî rasta hev hatibû anîn. Ji ber wê Roja  Zimanê Hindî jî rastî rojbûna wî tê. Hindistan 15´ê Tebaxa 1947´an serbixwe bûbû û 26´ê Çileyê 1950´î jî bûbû komar.

Heta hingê li Hindistan di bin hukmê ingilîstanê de Urdû zimanê fermî bû. Ev roj weke Roja Zimanê Hindî li Hinidstanê tê pîrozkirin. Lê hingê jî Ingilîzî di nava dewletê de zimanê fermî yê belav bû. Lewma li gorî xala qanûna ya hejmar 343, zimanên fermî yên Yekîtiya Hindistanê Hindî û Ingilîzî bûn.
Xala 351´ê ya Destûra Hindistanê jî ji bo bipêşxistina Hindî hatiye çêkirin ji bo ku “ji bo tevahiya pêkhateyên Hindistanê bibe zimanê danûstendinê.” Axir ev xala hanê xweseriya ziman û şêwezarên din jî misoger dike. Heman xalê ji bo standartkirina Hindî jî navê zimanê Sanskrîtî hildida. Sanskrîtiya Vedî ji hezarsala duyem beriya mîladê ye. Metnên Sanskrîtî yên berdest bi pirranî ji hezarsala yekem beriya mîladê ne, xasma ji sedsala 8´an heta bi sedsala 3´yan beriya mîladê.

15 salan Ingilîzî şirîkê wê bû

Dawiya dawî hîna nû 26´ê Çileyê 1965´an bi talîmatnameya di xala 344´an de Hindî bû yekane zimanê fermî yê hikûmeta navendî ya Hindistanê. Yanî Ingilîzî piştî ku Hindî bû zimanê fermî bi 15 salan hîna nû dikarî ji nava dewletê bê derxistin. Dîsa jî ev pêvajo nîşan dide ku meseleya standartkirin û belavkirina zimanekî bi rêyên cihê dibe, lê timî gelek dem jê re divê ji bo ku zimanek bê ser hemdê xwe. 

Par jî ji Sanskrîtî wergereke ber bi Kurmanciyê ve hat weşandin. Hasan Huseyin Ozturk, Bagavat Gîta bi navê Stranên Xwedê wergerandin Kurdî û kitêb ji Weşanên Avesta derçû. n

DELHIYA NÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.