- Li Cindirêsê hevalbendên PDK û ENKS´ê yanî çeteyên dagirker erefa Newrozê 4 Kurd şehîd kirin. Piştî ku malbatan bi hewldanên xwe cenazeyên xwe veşartin û nerazîbûn ji dagirkeriyê nîşan da, ENKS´ê gef li wan xwar.
LUQMAN GULDIVÊ
Erefa Newrozê, ber êvarê Mihemed Ismaîl Osman, bi navê xwe yê li nava xelkê belav Hemûdê Osman, çû ser banê avahiya mala xwe. Wî di nava elbeke teneke de agirek dada. Hemûdê hîna 19 salî bû.
Ew li wê malê nediman. Wan li ber wê kon vegirtibû. Kurdên li Cindirêsê mabûn, hemûyan kon li ber avahiyên xwe vegirtibû. Lewma piştî erdhejê avahiyên hilweşiyayî jixwe hilweşiya bûn. Avahiyên xisar li wan bûyî jî gelek bûn. Yên mayî jî, xelk nediwêriya di wan de bimîne. Kurdên Cindirêsê hemû jî di konan de diman. Maliyên Hemûdê jî di konê li ber deriyê mala xwe de diman. Ji erdhejên 6´ê Sibatê yên Bazarcixa Mereşê ve weke xelkê navçeyê hemûyî, ew jî ji malên xwe der bûn.
Bavê Hemûdê, Ferehedîn Osman - Ferhan Osman - ev ne cara pêşî bû ji mala xwe derdibû. Di dema dagirkeriya Efrînê de yanî gava ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn sala 2018´an dagir kir, ew koçber bûbû. Nîsana 2018´an destê wî ji erda wî nebû, rabû vegeriya Efrînê; vegeriya Cindirêsê. Xwest li mala xwe ya li Kolana 96´an bi cih bibe. Hingê çeteyên dagirker ew revandin. Êşkenceyeke gelekî xerab lê kirin û ji bo ku karibe li mala xwe vegere fîdye ji wî û maliyên wî stendin. Lê axir ew li mala xwe vegeriya. Ew bi eslê xwe ji gundê Hikicê yê ser bi Cindirêsê ye. Axir Cindirês û Efrîn mala wî ne û destê wî ji wan nebûye.
Agirekî li ser ban
Wê erefa Newrozê jî weke her roj Ferehedîn Osman li ber devê konê xwe agir pêxistibû. Ji ber ku erefa Newrozê bû, kurê wî Hemûdê jî li serê banê avahiya mala xwe di elbekê de agir dada. Yanî ne ti xwepêşandan, ne jî ti pîrozbahiya girseyî ya qelebalix hebû. Tenê agirek ji bo nîşana Newrozê li serê banekî hebû.
Axir dagirker hem tirsonek in, hem jî hov. Ew ji agirê Hemûdê tirsiyan. Du çeteyên Ceyş-ul-Şerqiye berê xwe dan cihê agir lê hatiye dadan. Ew diçin pêşiya konê Ferehedîn Osman. Wan pirsî ka kê ew agirê serê ban dadaye. Wî li kurê xwe eşkere nekir. Çeteyan bi pihînan tenekeya agir tê de pêxistî ya li ber konê Ferehedîn da erdê. Bi gotinên serokê liina Mafê Mirovan li Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo, “agirê wî dirijînin”. Li ser vê pevçûna wan vediguhere şerê bi keviran.
DAIŞ´ê komkujî kir
Erê, Îbrahîm Şêxo pêşî bi xalekî Ferehedîn û birayê wî Mihemed re peyivî. Piştre wî xwe gihand xwişkên wan. Jixwe, van xwişkan ev mesele ragihand dinyayê. Axir, piştî pevçûna pêşî çeteyên dagirker diçin navenda xwe ya li navçeyê û bi sîlehan vedigerin ber mal û konê malbata Osman. Guleyan li Ferehedîn, kurê wî Hemûdê birayê wî Mihemed, xizmê wî Ismaîl Osman, cîranên wî Nezmî Esman, kurê wî Mihemed û Firaz Evdil Xelîl ê seqet reşandin.
Ferehedîn hema li wê derê şehîd bû. Birayê wî Mihemed jî li wir hat şehîd kirin. Ismaîl Osman jî di êrişê de şehîd bû. Kurê wî Hemûdê birîndar bû, wî xwe avêt pişt trektorekê ji bo ku xwe biparêze. Lê Hemûdê jî paşê ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Çeteyên dagirker, îro navê Ceyş-ul-Şerqiye li xwe dikin. Lê ew dijminê sûndxwarî yên Kurdan in. Kesên ku fermana kuştinê dan, Hesen el-Deba û Ehmed el-Ebûd, her du jî ji Dêra Zorê ne. Ew ji berpirsên çeteya DAIŞ´ê yên gundê Xişam bûn. Piştî rizgarkirina Dêra Zorê ji çeteya DAIŞ´ê, wan kirasê xwe guhert û xwe kirin Ceyş-ul-Şerqiye. Herdu hê jî serbest in. Tetikkêşên wan ewqasî xwînxwar in ku her yekî 15 guleyên din li sê cenazeyên li erdê direşînin.
Li dijî DAIŞ´ê çûn cem El-Qaîdeyê
Dîsa jî dayik, xwişk û hevjînên şehîdan, doza heqiyê dikin. Ew cenazeyên xwe dibin nexweşxaneya li navçeyê. Ev nexweşxaneya leşkerî ya dagirkeran e. Li şûna otopsiyê, cenaze qebûl nake, rayedarên wê ji malbatê re dibêjin, “herin cenazeyên xwe veşêrin”.
Ji malê tenê yek bira sax filitiye. Wekî din, yên mayî hemû jin in. Serokê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrîn-Sûriyê, parêzer Îbrahîm Şêxo, gotinên maliyan li ser rewşê wiha radgihîne: “Em vekişiyan ji nexweşxaneyê. Me rabû, mecbûr cenaze birin Etmê. Etmê jî di destê HTŞ´ê de ye. Me hewara xwe ji neçarî gihand Mihemed Colanî. Colanî guh da me û ji bo veşartina cenazeyan parastina me kir.”
Êşeke çend giran e! Rêxistineke xedar a ku dixwaze bi xwe Efrînê dagir bike, yanî El-Qaîdeya Sûrî - HTŞ´a îro - ji bo ku malbateke Kurd karibe çar cenazeyên xwe veşêre, parastina malbatê li dijî DAIŞ´ê dike.
ENKS´ê li ser navê dagirkeran gef xwarin
Vêca, meseleya hevalbendên van çeteyan jî heye. Roja ku cenaze hatin veşartin, endamên ENKS´ê xwe dan pêş. Wan slogan digotin. Heta sloganên li dijî dagirkeran jî. Lê weke meseleya “xweş xeber e, min ne bawer e” kesî ji vê bawer nekir. Îbrahîm Şêxo li ser meseleyê jî agahî ji malbatê wergirtine: “Malbatê konê sersaxiyê danî. Piştî roja 3´yan a teziyê, endamên ENKS´ê xwestin êdî malbat teziyê betal bike. Pêşî weke ku parastina malbatê dikin xwe nîşan dan, û gotin, ew êdî nikarin malbatê biparêzin. Paşê jî eşkere gef li malbatê xwe xwarin da ku xwepêşandanan neke û teziyê bi dawî bike.” Kesên ji deverên din ên Efrînê çûn teziyê, kesî ew jî neparastin. Di kontrolên rêyan de gelek kes hatin girtin û êşkence li wan hat kirin.
Lê ma ne, eybiya reşê navê Kurdistanê lê nîne, dîsa jî wê saziya xêrxwaziyê ya malbata Barzanî, hewara erdhejê gihandibû Efrînê û Cindirêsê! Îbrahîm Şêxo zêde meseleyê bi vir û wêde nabe: “Xelk di xwîna xwe de gevizî, lê Barzaniyan got, em nikarin tiştekî bikin. Ji bo ku tiştekî bikin, wan got, divê dewleta Tirk û çete destûrê bidin me. Jixwe piştî roja sisiyê ji ENKS´ê û derdorên nêzî wê êdî ti kes neçû cem malbatê. Tenê rûspiyên eşîrên Ereban çûn. Qismekî din jî xwest bi alayên mixalefeta Sûriyê bimeşin, bêyî nîşanên Kurdan. Malbatê ev qebûl nekir.”
Jinên malbata Ferehedîn Osman bi tena serê xwe û bi israr zilma dagirkeran a li Efrînê li dinyayê eşkere kirin. Ji nakokiyên heyî yên siyasî jî îstîfade kirin. Îbrahîm Şêxo dide zanîn ku malbat îro dixwaze xwîna şehîdên wan li erdê nemîne û Kurd jî xwedî li malbatê derkevin. Li kolanê du malbat hene, her du malbat jî hêvî dikin ku bi xwepêşandanên li derveyî Efrînê û nexasim li Ewrûpayê, zext li dagirkeran bibe û qatil bên cezakirin. Heger ev neqewime “Çete gefan li me dixwin ku ew ê me hemûyan bikujin”.