Vanilla navê şempanzeyeke 28 salî ye. Ew temamê temenê xwe di labaratuwarekê de asê mabû. Yanê wê ezman ti caran heta niha bêyî ku li ser wê tiştek nebe, nedîtibû. Vanilla 28 salî birin giraveke li Florîdayê ku weke stargeheke ji bo şempanzeyan hatiye sêwirandin.
Heta hingê Vanilla li labaratuwareke lêkolînên biyomedîkal tevî bi dehan şempanzeyên din hatibû girtin. Ew di qefesên hesinî yên li hewayê hatibû ragirtin. Înîsiyatîfa Save the Chimps (Şempanzeyan rizgar bike), li devera Fort Pierce a Floridayê stargehek ji wan re ava kir û heta niha 29 ji wan rizgar kirine.
Save the Chimpsê, Vanilla bire giravê, lê pêşî weke ku prosedûr e, ew xiste karantînayê. Piştî karantînayê, ew hat berdan û hêdî hêdî malbatên şempanzeyan ên li stargehê nas kirin.
Vîdeoya ku nîşan dide Vanilla çawa pêşî tirsiyaye xwe berde cihê lê azad be, û paşê kêfa xwe tîne ji dîtina ezmanî re, her wiha nîşan dide çawa şempanzeyên din pê re dibin alîkar. Ew tevde li erdekî 1.2 hektar serbest in.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wêne: Save the Chimps