Li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban pîleya germiyê digihîje 45-50 pîleyan. Ev yek jî dike ku hinek heywan an jî mêşik nikaribin li wir bijîn. Ji bo rê li ber vî tiştî bigirin û çareseriyekê peyda bikin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban bi genetîka mêşên hingiv lîsitin û cureyeke nû ya mêşên hingiv kifş kirin. Êdî ew dikarin di germayîyê de jî bijîn.
Li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban mêşên hingiv ji ber germayîyê dimirin. Ji bo mêşên hingiv nemirin pisporên di vî warî de DNA’ya mêşên hingiv guherandin. Şirketa bi navê “Honeybee Garden” ku xwedî 2 hezar û 500 kewarî ye û di her kewareke wan de 15-20 hezar mêşên hingiv hene ev proje bire serî û got; “Em di vî karî de bi ser ketin. Me cureyeke mêşên hingiv ya nû peyda kir ku dikare bi rehetî li hember germayîyê li ber xwe bide û bijî.”
Neteweyên Yekbûyî jî dide zanîn ku hejmara mêş û perperîkan, ku ew polenan belav dikin ji sedî 35 kêm bûye. Pispor didin zanîn her sal kêzikên ku zirarê didin mêşan zêdetir dibin û ev yek dike ku mêşên hingiv li dinyayê kêmtir bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN