Pîranha, nexasim jî ji ber filmên Hollywoodê, weke masiyên mirovxwur di bîra gelek civakên dûrî wan de jî cihê xwe girtin. Herçend ew li Amazonan gelekî tên girtin û xwarin jî, pîşesaziya filman ev yek berevajî kiriye. Bi her halî, 1´ê Gulana bihurî li cihekî betlaneyê yê ji bo tûrîstan ê li ser çemekî li Amazonan, li Brezîlyayê, di êrişeke Pîranhayan de 8 tûrîst birîndar bûn. Masîyên ku diranên wan tûj, pîranhayan ling, çaq û piyên wan dabûn ber gezan û ew di nava xwînê de hiştibûn.
Lê belê, esas ew jî bi şaşîtî çêbûye. Pîranhayên vê deverê, elimîne parçeyên goşt û bermahiyên masî û mirîşkan ên ku restoranên li ser çem diavêjin çemî. Yanî ew bi awayekî ji awayan bi bêhna xwînê ya van bermahiyan dihisin û diçin wan dixwin.
Li gorî pisporan êrişa 1´ê Gulanê jî esas bi şaşî çêbûye. Yanî dîsa Pîranhayan bêhna xwînê kiriye û çûne ku bermahiyan bixwin. Lê li şûna bermahiyan, tûrîst di avê de bûne û yekî ji wan ew dane ber gezan. Jixwe piştî ku masiyekî mirovek gez kir û kir ku xwîn birije çemî, tevahiya birra Pîranhayan êriş kiriye û 8 ji wan tûrîstan birîndar kirine.
Êdî mirov dikare birîndarên bûyerê jî weke birîndarên qezayê bi nav bike. Lewma pisporên Pîranhayan di nava biyologan de dibêjin, Pîranha, bêyî ku bên provokekirin, êrişê nabin ser mirovan.
NAVENDA NÛÇEYAN