Li sinorê îdareya Germiyan ji bo ajal û balindeyên kuvî di germaya Havînê de ji têhna nemirin, Hizba Kominîst a Kurdistanê li deşta Germiyanê çalên avê danîn.
Li sinorê bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelarê, Rêxistina Yekitiya Lawanî Kurdistan a ser bi Hizba Kominîst a Kurdistanê, ji bo ajal û balindeyên kuvî av gihandin deştên Germiyanê.
Berpirsê Komisyona Yekitiya Lawanî Kurdistan a Rizgarî Hisên Hîdayet ji Rojnews re axivî û got “Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û nebûna ti çavkaniyek av û golên avê, li sinorê bajarokê me ajelên kuvî bi zehmet ava vexwarinê bidest dixin. Me îro ji bo ajelên kuvî û balindeyan ava vexwarinê bir li deşta Rizgarî danî. Devera me sinorek xwe yê berfireh heye, lê hikûmet û rêxistinên jîngehê nekarîne bi qasî pêwîst hewl bidin cihê avê ji bo ajal û balindeyên kuvî çêbikin.”
ROJNEWS/RIZGARÎ