Bi direhên li dijî xwe hêlînên xwe diparêzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 15 Tîrmeh 2023 - 03:42

Mirov ji mêj e ku ji zelq û zîça çivîkan li bajaran aciz in. Ji bo wê jî hin rêbaz ceribandine ji bo ku çivîk û teyr li ser avahiyên wan û şaneşînên wan daneynin. Ji metal û plastîkên hişk direhên sûnî, ji van rêbazan niha nexasim jî li bajarên rojavayê dinyayê ya herî belav e. 

Lê li hin cûreyên çivîk, teyr û tilûran ji vê rêbazê sûd wergirt. Ew bi van drehên sûnî hêlînên xwe çêdikin û hêk û çêlîkên xwe diparêzin. Ev hêlînên hanê îro li seranserê Ewrûpayê xuya dikin û her belav dibin ji ber ku ev hêlîn ji bo parastina çêlîkan gelekî bikêrhatî ne.      

Nivîskarê sereke yê gotareke li ser meseleyê, Auke-Florian Hiemstra dibêje, “Ew yeka ku çivîk van direhên dijî çivîkan ji bo parastina hêlînên xwe bi kar tînin weke comebacka bêqisûr e. Ev çivîkên serhildêr, ji heqî dekûdolabên me derdikevin”

Ev teyrên em behsa wan dikin bi pirranî ji cûreyên reşêlek û qijikan in. Di nava wan de qijikên adetî û qijika belk jî hene. Li gorî gotara Hiemstra ev hêlînên bi vî rengî li Skoçya, Holanda û Belçîkayê hatine dîtin. Hiemstra dibêje, ev materyala nû hem ji bo çêkirina serbanên hêlînan û hem jî ji bo strukturên parastina hêlînan û hêkan tên bikaranîn. Di gotara xwe ya di kovara online a Muzeya Dîroka Xwezayî ya Rotterdamê de ew dibêje, “Hêlîn weke kelehekê ye”.

Axir bikaranîna vê materyalê Hiemstra bi “kar û avantaja li gorî beridînê” rave dike.

 

Wêne: Auke-Florian Hiemstra

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.