Hem sar û hem jî germ li wan tê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 17 Hezîran 2023 - 07:25

Axtepot yan jî heştpê, heywanên ecêb in. Ew têra xwe jî afirîner û bi aqil in. Ew dikarin di her rewşê de rê û rêbazekê bibînin da ku jiyana xwe bidomînin. Dema xwe di tehlûkeyê de jî hîs dikin bi refleksên aqilane xwe diparêzin. Ji lewre, ew bi jiyan û tevgera xwe gelek tiştên nû fêrî insanan dikin. 

Biyologên li Zanîngeha Saint Francis ji bo di tevgerên axtepotan baştir bigihîjin, dest bi xebatekê kirin. Nexasim jî refleksên axtepotan ên li hember germbûna avê yan jî behran, biyologan matmayî dihêle. Ji lewre, insan heta radeyekê dikarin di germbûneke zêde de bijîn. Her wiha serma jî li ser insanan tesîra xwe çêke û piştî demekê insan nikarin di sermayê de jî bijîn. Lê axtepot ne weke insanan in. Ew dikarin li gorî rewşa hewayê refleksan nîşan bidin û xwe adapteyî germê û sermayê bikin. Yanî mirov dikare bibêje, hem sar û hem jî germ li wan tê! Mêjiyê di serê wan de jî gelek mezin e, ew bi saya vî mêjiyî bi ser dikevin. 

Biyolog piştî lêkolînan pê hisiyan ku axtepot dikarin RNA’ya xwe ji nû ve saz bikin û vê yekê pirr bi lez û bez dikin. Ev refleksên wan ên ku dikarin zû biguherin di heman demê de îşaret bi hêza adeptebûna wan jî dike. Biyologan di lêkolîna xwe de axtepotek xistin ava sar û yek jî xistin ava germ. Bi vî awayî derbarê axtepotan de encamên balkêş derxistin holê.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.