Hunermendê Kurd, mîrê bizqê Seîd Yûsif di salvegera koça xwe ya 5ʹyemîn de li Qamişloyê hat bibîranîn.
Bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişlo, hunermend, rewşenbîr, malbata hunermend Seîd Yûsif, nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bijîşik û Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma bîranînê bûn. Merasîma bîranînê li hola Zana ya Qamişloyê hat organîzekirin.
Merasîm bi axaftina keça Seîd Yûsif, Şepal Yûsif dest pê kir. Şepal Yûsif da zanîn ku ew weke malbata xwe bi giştî 26`ê Sibatê rojeke reşe dibînin, ji ber ku bavê wê di vê rojê de çû ser dilovaniya xwe, got: "Çûna bavê min, bi me pir giran û zehmet bû. Lê ew bi helbest, awaza û stranên xwe, di dilê gelê Kurd û hezkiriyên xwe de ye."
Şepal Yûsif jî spasiya beşdaran kir û got, ew ê xeta bavê xwe bişopîne.
Kurê Seîd Yûsif, Lawîn Yûsif jî bavê xwe bi bîr anî û çend stranên wî gotin. Yûsif di axaftina xwe de wiha got: "Bavê min kesayeteke ku tê naskirin û hezkirin. Ez her tim dibêjim ku ew hîna heye, ji ber ku ew di dilê me de û di dilê gelê kurd de zindî ye."
Di dawiyê de Sefqan Orkêş setran gotin. Xelata 5`mîn a salvegera Seîd Yûsif diyarî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û berxwedêrên Bendava Tişrînê hat kirin.
Hunermend Seîd Yûsif di 1947’an de li Qamişloyê hate dinê, di 18 saliya xwe de dest bi hunerê kir û sedan stran çêkirine û di (74) saliya xwe de koça dawî kir.
ANHA/QAMIŞLO