Sedem nelihevkirina li ser erkan e

Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:45

Bi qasî 6 meh zêdetire hilbijartin li Herêma Kurdistanê pêk hatiye. Lê heta niha ji ber nelihevkirinên aliyên siyasî yên li ser wezîfeyên nava hikûmetê, aliyan nekariya hikûmetê ava bike. Li ser vê mijarê û astengiyên li pêşiya neavabûna hikûmetê Rojnamevan Azad Îbrahîm axivî. Azad Îbrahîm anî ziman ku Kabîneya 10’ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji du partiyên YNK û PDK’ê pêk tê û got:“Sedemên esasî yên li neavakirina hikûmetê pirsgirêkên partî, aborî û destwerdanên derve ne. Pirsgirêka herî esasî jî parvenekirina erkên nava hikûmetê ye. YNK daxwaza zêdetir desthilata alîkarê Serokwezîrtiyê dike. Ev partî wisa hîs dike ku neheqî li herêma wan tê kirin.”

Azad Îbrahîm bal kişand ser daxwaz û pêşniyarên ku ji bo kabîneya dehem tên kirin û got:“Ya diyar tenê ewe ku YNK’ê daxwaza yek ji serokatiyan û wezareta navxwe dike. Dîsa gote gotek heye ku her du sal, YNK û PDK li ser li hev bike.

Rojnamevan Azad Îbrahîm qala destwerdanên derve û lewaziya hikûmetê jî kir û got:“Herêma Kurdistanê biqasî pêwîst ne bi hêze ku rê li destwerdanên derve bigire. Bê guman dewletên cîran daxwaza para xwe dikin ji aboriya herêmê. Eger garantiya wê neyê dayîn ew ji bo avakirina hikûmetê astengiyan derdixin pêşiya wan. Ev yek ji bo hikûmeta herêmê û ya Iraqê jî derbasdare.” Azad Îbrahîm destnîşan kir ku erdnîgariya herêmê, qada siyasî û ewlekariyê jî bandorê li ser avakirina hikûmetê dike û got:“Li herêma Kurdistanê ji bo avakirina hikûmetê kar li ser hebûna dengên kursiyên partiyan nayê kirin. Her çendî hilbijartin pîvaneke ya ji bo avakirina hikûmetê jî be. Lê ev nayê wateya ku partiyek din xwedî dengê kêm be, nikaribe hikûmetê ava bike.” Rojnamevan Azad Îbrahîm bal kişand ser bandora hikûmetê ya li ser welatiyan û got:“Bi hemû rengî bandorê li welatiyan dikin. Çi di warê aborî, ewlekarî û bi taybet derûniya welatiyan bandorek pir mezin dike.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.