Sê pêşengên jin ên tibê

În 5 Adar 2021 - 01:43

  • Beriya dest bi xwendina tibê bikin sala 1885'an, sê jin: Yek ji Japonya, yek ji Hindistanê û yek jê ji Sûriyeya îro ye, lê ew Kurd e. Weke ku emrê xwedê be, ya ku em bi serpêhatiya wê herî kêm dizanin, a Kurd e.

LUQMAN GULDIVÊ

Bijîşkên pêşî yên jin ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dîploma wergirtî yên Hindî, Japon û Kurd, wexta nû dest bi xwendinê dikin, wêneyekî wan hatiye girtin. Di vî wêneyî de hersê jin jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî xuya dikin. Wêne ji sala 1885'an e. Yek ji jinan ji Hindistanê, ya din ji Japonya û ya dawî jî Kurd e ji Sûriyeya îro. Herçî ya Kurd e, em gelek kêm agahiyan li ser wê dizanin. 

Pêr Kangana Ranaut, hunermenda Hindî ya ku tenê di ser twitterê de 3 milyon mirov wê dişopînin, wêne parve kir. Wê henekê xwe bi xwendekarên îro yên ji welatên cihê yên li Emerîkayê dixwînin, kir û got, "wanê şalên jeans ên Emerîkî yên kevinbûyî û blûzên weke merşan li xwe bikira" ku ti maneyeke wan a din nebû ji bilî "berxwuriya ji bazara Emerîkî". Em ê li vir bi aliyên vê henekpêkirinê û piçûkkirinê danekevin; tevî ku di serdema globalbûnê de gelek aliyên wê bi xwe jî hene, û bi xwe jî tê rexnekirin. Lê ka em li wêne û li her sê jinên tê de binihêrin.

Ev wêne cara pêşî sala 2014'an derket holê, gava ku xwendekareke doktorayê li agahiyên li ser emeliyatên guhan ên sedsala 19'an dikola, di arşîva online a Bêşê Tibê yê Zanîngeha Drexelê de rasta wêne tê. Lê wêne di arîvê de hatibû bicihkirin, yanî ne wenda bû, tenê haya me jê nebû. Ev xwendekar Jaipreet Virdi-Dhesi bû û wê heman salê wêne di ser bloga xwe re parve kir. Di wêne de sê xwendekarên jin ên Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê hene. Yek jê Anandiben Joshi ye, bijîşka jin a yekem a bi dîploma a ji Hindistanê. Ya dinê Keiko Okami ye, yekem bijîşka jin a bi dîploma li Japonyayê. Ya sêyem Sebat Îslambûlî ye, muhtemel e ku bijîşka jin a bi dîploma a pêşî ji welatê Osmaniyan be, belê ew Kurd e, yan jî nîv Kurd û nîv Cihû ye, yan jî Kurdeke Cihû ye. Lewma bi navkirinên nasnameya wê bi vî rengî diguherin. Axir ew ji Sûrî, ji Şamê çûye Emerîkayê ji bo xwendinê û piştî ku mezûn dibe jî pêşî vedigere Şamê. Wêne 10'ê Cotmeha sala 1885'an li odeya qebûlê ya dekantiya zanîngehê hatiye girtin. Hingê li DYE'yê mafê jinan ê dengdanê nebû û jin nedihatin teşwîqkirin ku bixwînin jî.

Anandiben Joshi

Anandibai Joshi yan jî Anandîbay Coşî yekem jina Hindistanî ye ku xwendina xwe ya tibê li zanîngeheke rojavayî qedandiye. Tevî Kadambînî Gangulî, ew bû pêşengek ji bo îlhamê bidin jinan da ku di meydana tibê de li Hindistanê cihê xwe bigirin. Mêrê wê Gopalrawo Coşî, yê ku ew 9 salî pê re zewicî, ew teşwîqî xwendina li zanîngehê kir.

Hîna 14 salî, pitika Anandîbay Coşî ya nû jê re çêbû, mir. Sedem jî nebûna miqatebûna tibî bû. Ji ber wê, wê biryar da ku tibê bixwîne û mêrê wê jî destek dayê û ew teşwîq kir. Wî ji dil destek dayê da ku li DYE'yê bixwîne û bi mîsyoneriyeke li Philadelphiayê re ew şand DYE'yê.

Ew hîna 19 salî bû wê dîplomaya xwe wergirt ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê. Lê mixabin ew hîna 21 salî dimire, bêyî ku karibe hekîmiyê bi rastî bike. Lê dîsa jî ew ji bo gelek jinên ciwan bû îlham ku li zanîngehê bixwînin. 

Keîko Okamî

Keîko Okamî jina yekem a ji Japonyayê bû ku dîploma xwe di tiba modern de wergirt. Ew sala 1858'an li wilayeta Aomorî hatiye dine. Ew sala 1878'an ji Dibistana Keçan a Yokohama Kyorîtsu mezûn dibe û paşê li Dibistana Keçana Sakuray jî Ingilîzî dixwîne.
Ew 25 salî bi mamosteyekî huner re dizewice û diçe DYE'yê. Wê xwendina xwe ya tibê li DYE'yê bi alîkariya Civaka Jinan a Mîsyoneriya Biyanî ya Dêra Presbyteriyan qedand. Piştî xwendineke 4 salan wê dîplomaya xwe 1889'an wergirt.

Ew vegeriya Japonyayê piştî xwendina xwe û li Nexweşxaneya Cîkey xebitî. Li gorî rîwayetê, wê ji karê xwe îstîfa kir, piştî ku împaretor red kir jinek wî derman bike. Wê piştre klînîka xwe bi xwe vekir li Mînatoyê. Ew hem jînekolog bû û hem jî pispor bû di dermankirina jana zirav (tuberkulozê) de. Wê wekî din dersa anatomiyê da hemşîreyan.

Wê sala 1897'an tevî hevaleke xwe nexweşxaneyek ji jinan re vekir, lê piştî bi neh salan ji ber ku jinên Japon neçûn nexweşxaneyê, nexweşxane tevî dibistana hemşîretiyê girt. Piştre ji ber pençeşêra sîngê bi temamî dev ji kar berda.