Nivîskar Nawal El Seadawî ya ku li nav welatên Ereban, yek ji pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan bû, di 90 saliya xwe de wefat kir.
Rojnameya dewletê El-Ahramê diyar kir ku El- Seadawî 21’ê Adarê wefat kiriye.
Seadawî ya ku pirtûkên wê yên femînîst ên bi navê ‘Berê jin hebû’ û ‘Jin û zayendî’ referansên xurt in, demeke dirêj li nav welatên Ereban ji bo mafên jinan û li dijî baviksalariyê têkoşîneke xurt meşand.
Nawal El-Seadawî di 50 berhemên xwe de qala pirhevjînî, sergirtin, bêedaletiya mafê mîrateyê ya di navbera jin û mêran de û sineta jinan dikir û nerazîbûn nîşanî van tiştan dida.
Pirtûka Seadawî ya bi navê ‘Jin û zayendî’ sala 1972’an derketibû. Seadawî di vê pirtûka xwe de qala sinetkirina jinan dikir. Pirtûk berê hate qedexekirin û piştre nivîskar neçar ma ku dev ji karê xwe yê bijîşkiyê berde.
Ji ber gefên Îslamîstan, Nawal El-Seadawî neçar ma ku sala 1993’yan ji Misirê derkeve û sirgunî DYE’yê bû. Di sala 2005’an de dema ku vegeriya Misrê, bû berendama serokkomariyê lê bi sedema ku hêzên ewlekariyê mîtîngên wê asteng kirin, wê dev ji berendamtiyê berda.
QAHÎRE