Divê ez tevlî çalakiyan bibim

Nûçeyên Jin

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:43

Nûran Aba 75 salî ye. Ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Di dema çalakiyan de her tim li pêş cih digire. Ew dibêje; têkoşîna Kurdan a rûmetê ye. Lema divê ew di çalakiyan de her tim hebe.

Aba xwedî çîrok û serhatiyeke bi êş e. Zor û zehmetî bi zarokatî destpê dikin û naqedin. Jixwe bi zarokatî tê zewicandin ji destê mêr jî cewr û cefayê dikişîne. Paşê mêr hewiyê tîne ser û ji bo zarokên xwe demekê bêdeng dimîne. Jixwe paşê jî mêrê wê, wê ji malê diavêje û ew bi zor û zehmetî debara xwe û 4 zarokên xwe dike.

Birayê wê yê 20 salan di nava PKKʼê de jî xebera şehadeta wî tê û ev hemû dikin ku ew di nava refan de li pêş cih bigire. Aba weha dibêje: "Sedema sereke ya cihgirtina min li refên herî pêş ên çalakiyan, têkoşîna bi rûmet a Kurdan e. Keda ciwanên me yên li çiyê û zindanan e. Di çalakiyan de polîs me tehrîk dikin. Lê belê ez ê timî tevlî çalakiyan bibim. Ez Kurdek im, lewma neçar im tevlî Newrozan û çalakiyan hemûyan bibim. Çi dikin bila bikin ez ê ti carî dest ji vê yekê bernedim."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.