Pirr zor bû 

Nûçeyên Jin

Duşem 10 Gulan 2021 - 04:21

Halîme Kahraman ku gava 15 salî bûye malbata wê, bi darê zorê wê bi kesekî 30 salan jê mezintir re zewicandiye, got: "Zarokên wî bi qasî min bûn. Ma min ê çi bikira. Pir zor bû. Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin." 

Kahraman a ku niha 83 salî ye, çûye ser hewiyê û di 17 saliya xwe de bûye dayik got: "Her roj li min dixist. Beleheq û belesebeb li min dixist. 10 zarokên min çêbûn. Min bi zor û zehmetî ew mezin kirin. Zarokên min mezin bûn. Lê belê tahdeya wî dewam dikir. Gava zarokan dipirsî, 'tu çima li diya me dixî?', tiştek jî nedigot. Tahde li jina xwe ya ewil jî dikir." 

Kahraman, dibêje, piştî ku mêrê wê û gundiyan şer dikin, di sala 1990'î de têne navenda Wanê û li vê derê jî tahdeya lê tê kirin didome. 26 sal berê mêrê wê dimire û niha tevî zarokên xwe li Wanê dimîne got: "Heger niha bûya, qethiyen min ê nehişta min di wî temenî de bizewicînin. Şertên niha li gor ên berê baş in. Bang li dê û bavan dikim; zarokên xwe di temenekî biçûk de nezewicînin. Çi heqê dê û bavê min hebû ku rabûn min bi kesekî 45 salî û zewicandî re zewicandin? Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin." 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.