Pêşengeke wênegiriya zanistî

Nûçeyên Jin

Sêşem 2 Adar 2021 - 01:00

  • Thereza Dillwyn Llewelyn bi meraqa xwe ya ji bo astronomî û wênegiriyê bû yek ji pêşengên wênegiriya zanistî. Pêşî di salên 1850´î bi hevkariya bavê xwe û paşê di salên 1870´yî de bi hevkariya hevjînê xwe ev kar kiriye.

Beriya ku wêneyên zanistî evqasî rengîn û belav bibin, di nava pêşengên wênegiriya zanistî de jineke Galî jî heye. Wê dê hin ji wêneyên herî pêşî yên heyvê bigirtana, lê wekî din wêneyên pelan, yên daran, yên krîstalên berfê jî wê girtine. Lê ne îro, ne jî doh, beriya bêhtirî 150 salan ji salên 1850´î û pê ve.  

Thereza Dillwyn Llewelyn astronomeke Galî ye ku navdariya wê ne bi astronomiya wê lê bi wênegiriya wê ye. Ew weke pêşenga wênegiriya zanistî tê nasîn. Ew sala 1834´an hatiye dinê û wê sala 1926´an yanî 92 salî wefat kiriye. 

Meraqê wê ya li zanistê û wênegiriyê, mihtemelen ji bavê wê tê. Bavê wê John Dillwyn Llewelyn wênegir û botanîst bû. Ew zaroka herî mezin a 6 zarokên dê û bavê xwe bû. Hê di zarokatiya wê de elaqeya wê ji bo astronomiyê û wênegiriyê çêbû. Herdu jî di sedema vîctoriyen a de ne karên ji rêzê bûn ji bo jinan.

Bi rêya hevjînê xwe Nevil Story-Maskelyne, professorê mîneralojiyê li Zanîngeha Oxfordê, wê name ji Charles Darwin re nivîsîn û wî jî li wê vegerandiye.

Pêşî hevkara bavê xwe ye

Ji ber elaqeya wê ya ji astronomiyê re, bavê wê di 16 saliya wê de jê re rasatxaneyeke piçûk çêkiriye. Wê bi bavê xwe re xwe da ber karê girtina wêneyên stêrk, gerstêrk û heyvê. Bi vî rengî wan hin ji wêneyên herî kevin ên heyvê girtin di salê 1850´î de. Wan her wiha karî rêyekê bibînin ku wêneyê krîstaleke berfê bigirin. 

Wê hevkariya bavê xwe di warê qeydiyên daneyên meteorolojiyê de jî dikir. Wê hêvî dikir ku daneyên xwe di civîneke British Association pêşkêş bike, lê bavê wê hingê destûr nedayê. Li ser sedemên vê destûrnedanê, li ber destên me agahî nînin.

Nameyên wê ji Darwin re

Wekî din gelekî muhtemel e Thereza Dillwyn Llewelyn, Kometa Donatî sala 1858´an bi teleskopa xwe dîtibe, beriya ku astronomekî Îtalî fermî vê bide zanîn.

Piştî ku bi hevjînê xwe Maskelyne re zewicî wê pê re hevkarî kir di warê kîmya û wênegiriyê de. Sala 1874´an wê name ji Charles Darwin re nivîsî li ser wan çivîkên ku kulîlkan gez dikin, da ku av û şekirê wan bixwin û vexwin. 

Piştî mirina wê ya sal 1926´an arşîva wê ya wêneyan, nivîs, name û bibîranênên wê li pey man. British Libraryê ev arşîv sala 2012´an kir malê xwe.

Di dinya kevin de zanyarên jin

Jin ji mêj ve bi zanistê û karên zanistî emel dikin. Mirov gava demên beriya nivîsê li ber çavan bigire, hingê dikare bibêje ku mucidên gelek tiştên îro jî em bi kar tînin gelekî muhtemelen jin in. Lê ji destpêka dîroka nivîskî ve jî jinên navên wan weke zanyar hatiye nivîsîn hene. Yek ji wan Merit-Ptah e. Ev hekîmeke ku li Misra kevin di qesra firawûn de beriya bi 4 hezar 700 salan kar dikir. Wekî din Beriya bi 3 hezar û 200 salan çêkera parfuman a li Mezopotamyayê Tapputi-Belatekallim heye ku lewheyên ji kîlê behsa wê dikin. Bi vî rengî ew kîmyagera pêşî ya dinyayê ya tê zanîn e.

Beriya mîladê di sedsala 1´ê de jina ku tenê bi navê Fang tê nasîn yekem sîmyagera jin a Çînê ye. Di navbera salên 300-350´î de matematîkzana Yewnan Pandrosion ji bo hesabê kokên kuban rêbazeke encameke teqrîbî bipêşxist.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.