Gisèle Halimi milîtaneke tevgera mafên jinan bû, û yek ji milîtanên alîgirî têkoşîna ji bo serxwebûna Cezayîrê jî bû.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku ew ê sala 2022´yan fermî di asta neteweyî de rûmetê bidin Gisèle Halimi. Gisèle Halimi 28´ê Tîrmeha 2020´an wefat kiribû, Ew yek ji parêzerên navdar ên Fransî. Ew milîtaneke tevgera mafên jinan bû, û yek ji milîtanên alîgirî têkoşîna ji bo serxwebûna Cezayîrê jî bû. Emmanuel Macron da zanîn ku ew ê li Invalidesê ji bo wê merasîma dewletê li dar bixin û rûmeta didinê di asta neteweyî ya dewletê de nîşan bidin.
Li gorî daxuyaniya serokkomar a ji Qesra Elysée, heger malbatê tercîh bikira, wan ê cenazeyê Gisèle Halimi li nav mezinên neteweya Fransayê li Panthéonê veşarta û bi vî awayî qedr bidana mîrasa wê ya têkoşînê. Lê malbatê di merasîmeke li Invalidesê de israr kiriye. Serokkomariyê jî diviyabû di navbera veşartina cenaze li Panthéonê û merasîma li Invalidesê de tercîhek bikira.
PARÎS