Xwest bibe dengê jinên Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Nîsan 2021 - 05:51

  • Ev jiyan û ezmûnên jinên Kurd in. Kitêb ji 25 beşan pêk tê ku her beşa wê ji bo çîrokeke cihê hatiye veqetandin. Temenê nivîskaran di navbera 20 û 70'yî de ye. Ji ber wê yekê, tecrûbeyên wan jî mîna nihêrînên wan ên siyasî, dînî û civakî pirreng in. 

SUNA ALAN/LONDON

Bi edîtoriya nivîskara ji Başûrê Kurdistanê ya femînîst Houzan Mahmoud (Hûzan Mehmûd) kitêba bi navê "Kurdish Women’s Stories" (Çîrokên jinên Kurd) Çileyê bihurî bi Ingilzî derket. Di kitêbê de ji çar parçeyên Kurdistanê jin behsa serpêhatiyên xwe dikin. Kitêb, beriya wê Mijdara 2019'an bi Soranî li Başûrê Kurdistanê hatibû weşandin. Em li ser vê kitêbê bi nivîskar û dersdara zanîngehê ya li Londonê, Houzan Mahmoud re peyivîn. 

Fikra vê kitêbê serê pêşî çawa peyda bû?

Van çend salên dawî li ser pirsgirêka Kurd û têkoşîna çekdarî rêzek kitêb derketin û lêkolîn hatin kirin. Lê belê ev hemû jî esas metnên bi perspektîfeke li navenda wê mêr heye, hatibûn nivîsîn. Min welê hîs kir ku dengê jinan kêm e yan jî qet nebe têra xwe nayê bihîstin. Ji ber vê yekê ez welê hizirîm, heger ew bi gotinên xwe behsa xwe bikin, ev ê bibe rêyek ku pespektîfa jinan a li jiyanê, sirgûnê, cezayê hepsê, têkoşîna çekdarî, wendahiyan, trajediyê, şahiyê, hêviyê, xweşbîniyê, saxmayînê û berxwedanê nîşan bidim. 

Ji ber siyasetên asîmîlasyonê gelek jinên Kurd bi Tirkî, Farisî û Erebî perwerde dibin. Hinan ji wan tenê bi van zimanan dikarî binivîsînin. Me ew pêşî hemû wergerandin Soranî û paşê me ew wergerandin Ingilîzî. Ev jiyan û ezmûnên jinên Kurd in. Min xwest ji sînorên çêkirî û asîmîlasyona bi darê zorê bibihurim û jinên Kurd teşwîq bikim da ku serpêhatiyên xwe binivîsin û bibêjin. 

Serpêhatiyên wan çi ne? Peyameke wan a hevpar heye gelo?

Kitêb ji 25 beşan pêk tê ku her beşa wê ji bo çîrokeke cihê hatiye veqetandin. Temenê nivîskaran di navbera 20 û 70'yî de ye. Ji ber wê yekê tecrûbeyên wan jî mîna nihêrînên wan ên siyasî, dînî û civakî pirreng in. Hin serpêhatî li ser esasê huner in, hin berê xwe didin jidestdana malbatê, hest û tecrûbeyên wê, hinên din jî jiyana wan jinan belge dikin ku di nava têkoşîna çekdarî de cihê xwe girtine, di nava şer de bi tehlûkeyên weke heps, sirgûn û yên din re rûbirû bûne. Nivîsên jinan elaqedarî rûbirûbûna wan a bi van pirsgirêkan re ye. Di heman demê de berxwedêriya wan û xwegiriya wan jî nîşan dide. Mijara azadî, şanazî û hêviyê peyamên xurt û hevpar ên vê kitêbê ne. 

Serpêhatiyên herî zêde tesîr li cenabê te kirin kîjan bûn, tu dikarî behsa çend nimûneyan bikî?

Ya rastî, serpêhatî hemû bi qasî hev muhim û balkêş in. Lê belê serpêhatiyên wan jinên ku mirovên li ber dilê wan biqedr ji dest dabûn, gelekî tesîr li min kirin. Pirraniya serpêhatiyan, jiyana malbata min û zaroktiya min a di bin desthilata rejîma Sedam de anî bîra min. Mesela gelek jin di kitêbê de behsa wê yekê dikin ka çawa bavê wan, kurê wan yan jî hevjînê wan hatin îdamkirin; û ew dibêjin, lazim e ew xwegir bin, li ber celadên xwe negirîn. Serpêhatiyên din behsa jinên wêrek dikin, ew ên ku li dijî rejîma Îranê, DAIŞ'ê çek hilgirtine, hin serpêhatî li ser şiirê, huner in, hinên din li ser şideta cinsî ne. 

Ji bilî têkoşîn, parastin, koçberî, baviksalariyê, serpêhatiyên romantîk jî hene gelo?

Di civaka me de siyasîbûneke xwezayî heye. Ne ku me xwestiye welê bibin, ji ber ku welatê me dagirkirî ye. Çar rejîmên dîktatoriyê, şer, sirgûn, heps û koçberiyê ev bi xwe re anî û bi awayekî xwezayî jî jiyana gelek nifşan diyar kir. Hin jin behsa jiyana li nav malbatê dikin. Di nava tevahiya civakên li dinyayê de baviksalarî jiyana jinan mehû dike. Civaka Kurd ne îstîsna ye. Ji ber wê, naxêr, ti serpêhatiyeke romantîk nîne. Lê di nava gotinan de mirov dikare romantîzmê bibîne. 

Houzan Mahmoud kî ye?

Femînîst, nivîskar û dersdara zanîngehê ya ji Başûrê Kurdistanê ye. Di warê siyaset û mafên jinan de çalak e.  Ew ji hevparên damezirêner ên Culture Project (Projeya Çandê) ye û koordînatora wê ye. Ev platforma navenda wê li Londonê, dixwaze mijarên ji bo civaka Kurd a li Kurdistanê û li dîasporayê minaqeşe bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.