MUHAMMED KAYA
BERLÎN
Endama Meclîsa Jinan Dest-Danê ya Berlînê, Goze Çalkan yan jî çawa civaka Kurd wê nas dike, “Dayika Gozê” sala 2000´î ji ber zilma dewleta Tirk penaberî Elmanyayê bûye. Ew ji navçeya Muşê Kopê, ji gundê Lîsê ye. Salên 1990´î ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk û şewitandina gundan ew bi darê zorê hatibû koçberkirin. Paşê jî ji ber girtina hevjînê wê li Stenbolê li ber hepsa wê emrê xwe li ber deriyê hepsan bihurand. Lê berdana hevjînê wê zext bi dawî nekirin û kirin ku ew penaber bibe.
Di her çalakiyê de cihê xwe digire
Di çalakiyên Kurdistaniyan ên li Berlînê û çalakiyên navendî yên Kurdistaniyan ên li Ewrûpayê hemûyan de ew cihê xwe digire. Di dema çalakiya nobetê ya 10 rojan a ji bo destekkirina greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk de jî ew li Berlînê her roj li cihê çalakiyê bû. Wê jî xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û zexta li hepsiyan bê bidawîkirin.
Ew beriya bi 20 salan tevî 4 zarokên xwe penaberî Elmanyayê dibe. Sedema beşdariya wê ya li çalakiyan jî bi gotinên wê "Em Kurd in. Rêberê Kurdan ev çend sal in êsîr e. Gava rêbertiya me êsîr kirin, dewleta Tirk got, Kurd neman. Êdî wê nikaribin rabin ser xwe. Lê em Kurd neqediyan.
Ji ber ku Rêbertiya me di hepsê de em hîna dimeşin. Heta ku Rêberî azad nebe, girtiyên li hepsan serbest nebin, zilm û zora li dijî Kurdan bi dawî nebe, meşa me jî bi dawî nabe."
Dayika şehîd Wedat Lîz e
Li Elmanyayê, kurê wê yê mezin Elî tevlî nav refên gerîla dibe. Ew li nav refên gerîla dibe Wedat Lîz. Navê wî yê fermî jî Ayhan bûye: "Kurê min sala 2006´an tevlî nav refên partiyê bû. 13´ê Adara 2019´an xebera şehadeta wî hat."
Dayika Gozê weke dayika şehîdekî û keseke ku bi salan çûye ber deriyê hepsê dibêje, çalakgerên greva birçîbûnê ji bîr nekin û destekê bidin wan.