Şandeyek ji bo lêkolînê çû Metînayê

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 04:19

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdîstanê dewam dikin. 

Di 5’ê Hezîranê de jî êriş biribû ser devera Metîna. Dema ku ev bûyer qewimî bi dehan erebeyên PDK’ê jî ber bi cihê şer ve diçûn. Di wê navbeynê de wesayîteke zirxî ya hêzên PDK’ê teqîya û di encama vê teqînê de 5 şervanên hêzên taybet ên PDK´ê jîyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, hin rayedarên PDK´ê hewl dan êrişê bixin stûyê gerîlayên HPG’ê. HPG’ê ev îdîa li derewê qeliband û xwest ji bo lêkolîna bûyerê şandeyeke bêalî biçe cihê bûyer lê qewimiye.

Li ser vê, şandeke hevbeş ji endamên Parlamena Iraqê û Herêma Kurdistanê ber bi herêmê ve bi rê ketin.

Parlamenterê Fraksiyona Gorran a li parlamena Herêma Kurdistanê, Şaxewan Reuf bi xwe di nava şandeyê de cih digre. Ew dibêje, “Şande nûneriya Parlamena Iraq û Herêma Kurdistanê dike. 

Reuf dûre wiha dewam kir; “Di şandeyê de nûnerên fraksiyonan û lijneyên peywendîdar yên herêmê jî hene. Em ê îro (doh) biçin Zaxo, Şeraniş, Batufa û sibe (îro) jî biçin herêma Amêdiyê. Şande parlamenên Iraqê û Herêma Kurdistanê temsîl dike. Em dixwazin cihên bûyerên dawî lê qewimîne bibînin, bi taybet jî bûyera şehîdbûna pêşmergeyan. Piştî serdana me temam bû, em ê raporeke hevbeş, li ser encamên serdana xwe amade bikin.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.