- Safî Faye ku weke pêşenge Sînemaya Efrîka tê zanîn bi filmên xwe hêz û baweriya jinên Efrîkî nîşan dide. Di filmên xwe de bêhtir bi etnografiyê daketiye û xwedî nihêrîneke dij-kolonyalîst e. Gava xwe û sînemaya xwe pênase dike dibêje; “Tenê derhênereke jin nîn im, her wiha insan im!”
ROGER FEDERÎCO
“Gava Faye bi mijarên jinan dadikeve li hember karê rojane yê herî ji rêzê jî bi hurmet tevdigere û wan jibîr nake; kesên ku li nav zeviyan dixebitin, xwarin hazir dikin, jinên ji bîran av dikşînin…Safî Faye bi van sahneyên xwe hêz û baweriya jinên Efrîkî nîşan daye.”
Chrîs Marker
Li parzemîna reşik (Efrîka) filmên destpêkê piştî ger û serdana mêhtingeran derketine holê. Yanî mirov dikare bibêje ev filmên destpêkê bi hişmendiyeke kolonyolîst hatine çêkirin. Ji xwe gava mirov bala xwe dide naveroka van filman mirov dibîne ku ev film ji bo xelkên Ewrûpî hay ji çand, insan û jiyana Efrîka hebin hatine çêkirin. Ji bo mêhtingehiya dewletên Ewrûpî li Efrîka pêşda biçe ev film bûne alîkar û bi saya van filman dizî û talan li wir pêş ketiye. Yanî ev film ji hêlekê ve karê mêhtingeran hêsantir kirine û kirine ku mêhtinger vê parzemîna reşik ji nêz ve binasin. Mêhtinger ji bo vî tiştî ji hêza sînemayê sûd wergirtine û gelek caran jî gihîştine armanca xwe bi van filman. Ji lewma jî mirov pirr bi rehetî dikare bibêje ku sînema bi destê mêhtingeran û bi armanca mêhtinê li parzemîna reşik hîmê xwe qewî kiriye. Nimûneyên li ber dest û filmên di arşîvan de vî tiştî nîşanî me didin.
Dibe ku gelek kesan navê Ousmane Sembene ku ew weke “Bavê Sînemaya Efrîka” tê nasîn bihîstibe û li filmên wî temaşe kiribe. Lê navê derhênera jin Safî Faye ku ew jî weke “Dayika Sînemaya Efrîka” tê qebûlkirin kêm caran hatiye bihîstin hilanîn. Ev her du derhêner jî ji Senegalê derketine û pêşengiya Sînemaya Efrîka kirine. Piştî ku Senegal ji bin mêhtingeriya Fransa xelas dibe û dibe welatekî “serbixwe” li wir ji dervayî nihêrînên kolonyalîst sînemayeke nû ava dibe. Ev sînema ango film ji kaniya mêhtingeran avê venexwin û ji reh û rûbarên cûda ruhekî nû tînin parzemîna reşik. Ev ruhê di sînemaya van kesên dij-kolonyalîst de rastiya parzemîna reşik baştir didin xuyakirin. Her wiha rewşa piştî kolonyalîzmê jî pirr baş rave dikin. Filmên Safî Faye jî hin ji wan filmên “dij-kolonyalîst” in ku bêhtir bi etnografiya Efrîkayê dadikevin. Ji derhênerekî bêhtir wê weke entnografekî karên xwe biriye serî û bi vê hişmendiyê filman çêkiriye.
Mefhûma ‘filmên etnografîk’
Mefhûma “filmên etnografîk” cara ewil bi saya derhêner û antropologê Fransî Jean Rouch li sînemayê zêde bû. Bi vê mefhûmê re girêdayî gotina “antropolojiya dîtbarî” jî dîsa bi saya filmên Jean Rouch pêş ket. Jean Rouch her wiha yek ji wan avakarê “cinéma vérité” ye û bi vê şêwazê filmên xwe çêkirine. Ji xwe pevxistina filmên wî jî weke “ethnofiction” û “docufiction” hatiye pênasekirin ku bêhtir xwe dispêrê serpêhatiyên etnografîk ango şayesekirina tiştên etnografîk. Filmên wî bêhtir belgeyî ne lê hêleka wan jî fiction in. Ji lewma ye derhênerên Pêla Nû ya Fransî ji sinemaya wî hez kirine û wî weke pêşengekî dibînin ji xwe re.
Xebatên Jean Rouch li Efrîkayê
Jean Rouch li Efrîkayê gelekî maye û weke antropologekî li hin meseleyên wir nihêriye. Di filmên wî de jî nihêrîna kolonyalîst derdikeve hemberî me lê di heman wextî de kiriye ku xelk bi awayekî cûda li antropolojiya Efrîkayê binihêrin. Jean Rouch li Efrîkayê gelek film çêkirine û gelek wextê xwe li wir bihurandiye. Bi xelkê li wir re têkiliyên wî yên qewî çêbûne ku heta dawiya emrê xwe van têkiliyan qut nekiriye û filmên xwe jî bi saya van têkiliyan qedandiye. Têkiliya wî û ya Safî Faye jî yek ji van têkiliyane ku piştî rewşa post-kolonyal a Senegalê pêş ketiye. Safî Faye di gelek filman de asîstaniya Jean Rouch dike û bi saya wî bi sinemaya etnografîk dadikeve. Her wiha wê di filmekî Jean Rouch de (Petit à Petit-1970) weke lîstikvan jî cih girtiye.
Derhênerên jin ên Efrîkî
Piştî serxwebûna Senegalê sînemavanên jin ên Efrîkî yên weke Safî Faye û Sarah Maldoror derketine holê. Ev derhênerên jin li gel derhênerên Ewrûpî asîstaniyê kirine û bi vî awayî xwe li meydana sînemayê nîşan dane. Sarah Maldoror jî weke Safî Faye asîstaniya derhênerê Îtalyanî yê bi navê Gillo Pontecorvo dike. Piştî serxwebûna Senegalê jinên Senegalî derfet dibînin ku ji Senegalê derkevin û herin welatekî din perwerdeya sînemayê bibinin. Safî Faye yek ji wan jinên reşik ên ewile ku li Parîsê perwerdeya sînemayê girtiye. Li hêla din Sarah Maldoror jî li Enstîtûya Filman a Moskowê û Ecole Louis-Lumiere perwerdeya sînemayê dibîne û tevî Safî Faye pêşengiya sînemavanên jin ên Efrîkî dikin. Safî Faye beriya ku dest bi sînemayê bike wek lêkolerekê li gundan geriyaye û li ser têkiliyên malbatan ên gundewarî, cilûberg û rêûresmên Efrîkî sekiniye. Yanî bingeha sînemaya xwe bi etnografiyê daniye û filmên wê nimûneyên serketî yên etnografîk in. Wê metodolojiya etnografîk ji bo filmên xwe bikaraniye. Hêla wê ya lêkoleriyê sînemaya wê xurttir kiriye û kiriye ku di vî warî de weke derhênereke jin a Efrîkî li dinyayê were zanîn û naskirin.
Hêz û baweriya jinên Efrîkî nîşan dide
Safî Faye di filmên xwe de tenê hêlên etnogafîk ên Efrîkayê nîşan nade, di heman demê de dîroka xelkên Efrîkayê jî vedibêje. Weke nimûne belgefilma wê ya bi navê “Fad’jal” behsa gundekî û serpêhatiyên xelkên li wir dike. Ew di vê belgefilma xwe de bi jiyana rojane ya gund dadikeve û çavdêriyên xwe tevî vegotineke dîrokî tîne ziman. Ev belgefilm her wiha serpêhatiya Safî Faye ye jî, ji lewma tiştên ku wê ji piçûkatî ve kom kirine û xistiye hafizeya xwe bi saya belgefilmê derdikevin holê. Ev belgefilm tenê hafizeyeke şexsî îşaret nake her wiha hafizeya kolektîf a Efrîka jî rave dike. Weke gelek filmên wê ev belgefilm jî ji bo Efrîka bi pêş bikeve û pirsgirêkên li wir werin fam kirin hatiye çêkirin. Chris Marker di derbarê filmên Safî Faye de van tiştan tîne ziman; “Gava Faye bi mijarên jinan dadikeve li hember karê rojane yê herî ji rêzê jî bi hurmet tevdigere û wan jibîr nake; kesên ku li nav zeviyan dixebitin, xwarin hazir dikin, jinên ji biran av dikşînin…Safî Faye bi van sahneyên xwe hêz û baweriya jinên Efrîkî nîşan daye.” Filmê Safî Faye yê yekem “Kaddu Beykat” (Nameya Ji Gund) jî dîsa li gundên Efrîkayê hatiye çêkirin û film bi dîroka devkî û manewiyatê dadikeve. Wê vî filmê xwe bi zimanê Wolofî çêkiriye ku yek ji wan zimanên herî berfireh ê Senegalê ye. Di vî filmî de jî dîsa fokûsa Safî Feye li ser jinên Efrîkayê ye. Her wiha filmê wê yê dawî “Mossane” (1996) jî weke “filmê dîrok û pêşveçûyinê yê herî girîng” hatiye qebûlkirin.
Derhênereke jin nîn im, insan im!
Safî Faye jî eynî weke Ousmane Sembene rola jinê ya di sînemaya Efrîkî de girîng dibîne û pêdivî bi rola jinê dibîne. Sermeselê ew dibêje; “Li Efrîka derhênerên baş ên jin hene. Cihgirtina jinên Efrîkî ya di sînemayê de gelek zehmet e. Ji lewma divê di sînemayê de cihê jinê hebe. Dilovanî û dilsoziya jinên Efrîkî di vê biteyise ser sînemayê.” Safî Faye di derheqê derhêneriya xwe û rola jinê ya di sînemayê de jî dibêje; “Ez nabêjim ez derhênereke jin im. Weke yên din jî ez jî insanek im. Ez ti kesî piçûk nabînim lê ti carî pozîsyoneke ku teslîmiyetê qebûl dike jî qebûl nakim. Di navbera min û mêrekî de tenê ferqek heye ew jî berpirsyariyên me yên malbatî ne. Lê gava mesele dibe sînema û em li ser projeyeke film dixebitin an jî difikirin….ez jî weke mêrekî Efrîkî me.”
Ferqê naxe navbera berhemên fîctîon û belgeyî
Safî Faye di hevpyevîneke xwe de tîne ziman ku ew nikare di navbera filmên belgeyî û fîctîon de cûdakriyekê bike û dibêje; “Tiştên fîctîon weke hêza xeyalî ji nav jiyana rojane derdikevin. Ji lewre mirov nikare tiştên xeyalî û fîctîon zû bi zû ji hev veqetîne.” Ji bo Safî Faye filmên fîctîon jî bi qasî yên belgeyî girîng in. Safî Faye dide zanîn ku sînema ji bo parastina çandê, nexasim jî ji bo parastina çanda gundewarî ya ku ew jê hatiye, amûreke kêrhatî ye. Ji xwe ew hewl dide bi filmên xwe hêza çand û erdnîgariya Efrîkayê nîşanî hemû xelkên dinyayê bide.
Safî Faye kî ye?
Safî Faye di 22’ê Mijdara 1943’an de li Dakar a Senegalê hatiye dinyayê. Ew ji eşîra Serer ya ku kok û rehên wê digihîjin gundên Efrîkayê ye. Ji xwe heta dawiya emrê xwe jî girêdayî van kok û rehên xwe bû. Malbata wê malbateke qerebalix bû. Ew bi 4 xwişk û birayekî xwe re mezin bû. Dê û bavê Safî Faye girîngiyê didan xwendinê û zarokên xwe dan ber xwendinê. Nexasim wan teşwîqî xwendina akademîk kirin. Safî Faye sertifikaya mamostetiyê digire û li Dakarê dest bi mamostetiyê dike. Ew di Festîvala Hunerên Reşik a Yekem de ku di sala 1966’an de li Senegalê tê lidarxistin de weke rêbereke fermî dixebite û bi vî awayî çanda Efrîka ji nêz ve dinase. Ev karê hanê di jiyana wê de rêyeke profesyoneltir li ber vedike. Di dema festîvalê de sînemavan û antropolog Jean Rouch jî tê de gelek hunermend û entellektuelan nas dike. Piştî vê festîvalê ew biryar dide ku tevlî xebatên Jean Rouch bibe û bi vî awayî li Ewrûpa û gelek herêmên Efrîka digere.
Ji bo çand, rêûresm û hunera Efrîkî ji nêz ve binase û li ser van bixebite di sala 1970’an de diçe Zanîngeha Sorbonnê û li vir dest bi perwerdeya etnolojiyê dike. Di heman demê de li Ecole Pratique des Hautes Etudes jî dixwîne. Di sala 1979’an de doktoraya xwe temam dike. Weke parçeyekî mufredata Sorbonnê xwe li perwerdeya kamerayê qeyd dike ku wê demê li zanîngehê kamera weke amûreke lêkolînê dihat dîtin. Piştî ku fam kir film di warê dîtbarî de qeydên girîng in xwe li Dibistana Luis Lumiere ya Filman jî qeyd dike. Li wir di sala 1972’an de yekem filmê xwe yê bi navê “La Passante” çêdike.
Safî Faye sînemayê weke amûreke fêrkirin û fêrbûnê didît. Ji lewma ji bo nifşên nû yên Efrîkî hay ji kok û dîroka xwe hebin weke mamosteyekê jî dersan da û di vî warî de pêşiya ciwanên parzemîma reşik vekir. Wê ji parzemîna xwe ya reşik û her wiha ji insanên wê pirr hez dikir û her tim rêzê nîşanî xelkên xwe dida. Safî Faye bi tevahî 14 filman çêdike. Filmên wê yên ku herî zêde tên zanîn û li festîvalan xelat wergirtine ev in; Kaddu Beykat (1975), Fad’jal (1979) û “Mossane” (1996).
….
FILMOGRAFÎ
1972: Passante ( Kesê di rê de dibuhire )
1975: Kaddu Beykat ( Name-Dengên jin gund )
1979: Fad'jal ( Were û Bixebite )
1979: Goob na nu ( Dema Palehiyê )
1980: Man Sa Yay ( Ez, Dayika min )
1981: Lesâmes au soleil (Ruhên di bin rojê de)
1983: Selbe
1983: 3 years and 5 months ( 3 sal û 5 meh)
1985: Racines noires ( Kokên Reşik)
1985: Elsie Haas, Haitian female painter and film artist ( Elsie Haas, Jina Şêwekar û filmsaz ya ji Haîtî )
1989: Test
1996: Mossanne
Çavkanî;
- https://www.broadcasterinfo.net/ContentDetails-4624-afrika-sinemasinin-anti-kolonyalist-disil-simgesi-safi-faye
- https://africanwomenincinema.blogspot.com/2023/12/safi-faye-i-dared-to-make-a-film-tribute-to-her-life-and-work.html
- Sahra-Altı Afrika Sinemasında İlk Kadın Yönetmen: Safi Faye (Safi Faye: First Women Director in Sub-saharan African Cinema)-Yunus Namaz