- Şêwekarê Kurd Rêbwar Perwîzî ji bo balê bikişîne ser bidarvekirina Kurdan a li Îranê, wêneyekî nû xêz kir û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kir.
Şêwekarê Kurd Rêbwar Perwîzî ji bo balê bikişîne ser bidarvekirina Kurdan a li Îranê, wêneyekî nû xêz kir û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kir.
Perwîzî li bin wêneyê xwe wiha nivîsî: “Hûn çiqas gelê Kurd bikujin û darve bikin, hûn nikarin ruhê berxwedana di nav dilê me de bikûjin. Ji bo hemû Kurdên şoreşger ku bi destê dagirkeran di nav hepsê de hatine şehîd kirin.”
Rejîma Îranê herî dawî beriya bi du rojan, girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qûrbanî, ku ev 5 sal bû di hepsê de ragirtî bû, li hepsa Sinê bi dar ve kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN