Rojnamevanî di metirsiyê de ye

Şemî 3 Sibat 2024 - 02:32

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Yehya Reşawî di derbarê rewşa qada rojnamevaniyê û azadiya raman li Herêma Kurdistanê de ji Rojnews’ê re axivî.

Mamosta Yehya Reşawî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê hîna metirsî li ser azadiya karê rojnamevaniyê heye û got: “Li gorî raporên ji aliyê rêxistinên navneteweyî û rêxistinên Herêma Kurdistanê têne belavkirin, di roja meya îro de hîna li Herêma Kurdistanê metirsî li ser azadiya karê rojnamevaniyê heye. Herêma Kurdistanê di rewşa azadiya rojnamevanan de hîna nebûye nimûneyek baş.”

Yehya Reşawî her wiha qala revandina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve kir û got:“Di rastiyê de niha li Herêma Kurdistanê yasa ne serwer e. Em nikarin rewşa yasayî ya li Herêma Kurdistanê bi erênî binirxînin ku heta niha jî li Duhok û Behdînanê êrişî rojnamevanan tê kirin û tên girtin. Ev jî lekeyek e li ser jîngeha siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê.”

Mamosta Yehya Reşawî herî dawî bang li aliyên siyasî kir ku rewşê baştir bikin da ku rojnamevan bi awayekî azad û bê astengî xwe îfade bikin û kar û xebatên xwe yên pîşeyî bikin, rexne û çavdêriya desthilata siyasî bikin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.