Rojnamevan bernedan
Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:42
- Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sentera Metro ji bo parastina mafê rojnamevanan, peywendî danîn.
Asayîşa Silêmaniyê, peyamnêrên Rojnewsê Botan Germiyanî û Birwa Esed li gel kamerevanê şirketa Chetrê, Mihemed Ezîz pêr dema ku wan merasîma bibîranîna Şehîd Şukrî Serhed dişopand kiribû nezaretê. Doh heta nûçeya me dihat amadekirin jî ev rojnamevan nehatibûn berdan. Asayîşê li ser sedema girtina wan ti daxuyanî nedaye.
Pêr êvarê, peyamnêrên Rojnewsê Botan Germiyanî û Birwa Esed tevî kameravanê şirketa ragihandinê ya Chetrê Mihemed Ezîz, gava ku merasîma bibîranîna Şehîd Şukrî Serhed dişopandin, bêyî ku sedemek were nîşandan, Asayîşa Silêmaniyê ew kirin nezaretê.
Heman şevê Rojnewsê û şirketa Chetr, li gel Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê, Şaxê Silêmaniyê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sentera Metro ji bo parastina mafê rojnamevanan, peywendî danîn.
Lê belê heta niha jî Asayîşa Silêmaniyê rojnamevan bernedane û ti agahî li ser sedemêa girtina rojnamevanan parve nekiriye.
Her wiha di dema binçavkirinê de asayîşê kel û pelên şexsî û rojnamevaniyê yên rojnamevanên Rojnews û kameravanê Chetrê desteser kirine.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî di dema şopandina xwepêşadanên Silêmaniyê de asayîşa Silêmaniyê du peyamnêrên Rojnewsê kiribûn nezaretê û dest danîbû ser amûrên wan yên kar û telefonên wan yên şexsî.
Heta niha jî Asayişa Silêmaniyê kamera û amûrên van rojnamevanan li wan venegerandiye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ