Roja doza azadiya Ocalan

Yekşem 13 Sibat 2022 - 22:15

  • Li Strasbourgê îsal hem Kurdan û hem dostên wan, tevî meşvanên meşên dirêj peyamek da: Êdî dema azadiya Abdullh Ocalan e. Înternasyonalîstan jî got, Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo wan jî bûye hêvî.

JIYAN AZAD-ERKAN GÜLBAHÇE / STRASBOURG

Bi hezaran kesî şemiyê li bajarê Fransayê Strasbourgê, bi rasthatina salvegera 23´yan a Komploya 15´ê Sibatê, doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. 

Ji Elmanya, Swîsre û Fransayê Kurdistanî çûn Strasbourgê. Wekî din beşdarên çalakiya Meşa Dirêj a li Fransa (bi beşdariya ciwanan) û a li Elmanyayê (bi beşdariya înternasyonalîstan) beşdarî çalakiyê bûn. Slogana sereke ya çalakiyê “Êdî dema azadiya Ocalan e” li Strasbourgê deng veda.  

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E´yê li ber Gara Navendî ya ya Strasbourgê civiyan. Beşdaran meydan bi rengên azadiya Kurdistanê û posterên Ocalan xemiland. Li meydanê bi duwanzdeh zimanan “Dema Azadiyê ye” û bi gelek zimanan jî “Azadî wê bi ser keve” li ser pankartan dinivîsî. Xelk bi hilgirtina posterê mezin ê Ocalan jî ber bi avahiya şaredariya bajêr ve meşiya. 

Dennis: Kirina min a herî çê

Di dema meşê de ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin jî îmze hatin berhevkirin. Ji aktîvîstên Fransî yên ku îmze berhev kirin, Dennis Marquie got, ‘‘Ez di tevahiya jiyana xwe de hîç ji bo armanceke ev qasî çê nexebitîm. Yekane niyaza min e ku ev îmze bigihîjin armanca xwe.” 

Ji ber ku ev meş êdî bûye rêûresmek, dikandarên Strasbourgê Kurdan nas dikin. Dikandaran av û xwarin îkramî meşvanan kir. 

Di mîtînga li ber şaredariya Strasbourgê de, hevserokên KCDK-E´yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur ciwan û înternasyonalîstên meşa dirêj kirî, silav kir û got, “Rêber komplo pûç kir. Êdî ew ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo dinyayê bû hêvî.”

Fatoş Goksungur jî bal bire ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Tavilê bidawîbûna vê êsîriya fizîkî tenê bi têkoşîna miletê me mumkin e.” 

Silav ji Katalanyayê

Piştre ji înternasyonalîstên ji Frankfurtê heta Saarbruckenê 160 kîlometroyan meşiyan, aktîvîstê Katalan, Barnat Casas peyivî: “Min ti carî tevgereke weke ya Kurdan dilgerm û li heqîqetê digere, nedît. Heta ku em tecrîdê bişikînin, xwediyê vê paradîgmaya ji me re bûyî îlham, azad bikin, em ê li her warî têkoşîna xwe dewam bikin. Ji Katalanyayê silav ji Îmraliyê re.”

Aktîvîsta tevgera Anti-Fa ya Fransayê, Clara Wolf jî got, “Yên ku bawer kirin bi êsîrkirina Ocalan ew ê vê hereketê tine bikin, xwe xapandin. Ev tevger xewna me ya afirandina Ewrûpayeke nû rohnî dike. Banga min li dostên Ewrûpayê ye, Ewrûpaya di xewnên me de bi paradîgmaya Ocalan mumkin e. Werin ji bo azadiya Ocalan tevlî têkoşînê bibin.”

Xelat dan Xalê Selman

Xalê selman ê 73 salî jî bi meşa ciwanan a ji Sierentzê heta bi Strasbourgê bû. Dilê Xalê Selman bi pîlan dixebite, lê wî tevî ciwanan bi meşê 130 kîlometro rê kir. Hevserokên KCDK-E´yê ji ber ku ew bi salan e tevlî her çalakiyê dibe, poster û berdilka bi wêneyên Rêber Apo diyarî wî kir û ew xelat kir. 

Di çalakiyê de hunermend Kawa Urmiyê, Bergin Demir, Azad û Hozan Sîdar derketin ser dikê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.