Em ê xwedî li bangê derkevin
Şemî 8 Adar 2025 - 02:45
Nobeta Azadiyê ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Fransa a Strasboûrgê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di hefteya 663’an de dewam dike. Di vê hefteyê de endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) nobetê dewr girtin. Di komê de Hatîce Çalan, Meryem Adanmiş û Xezal Taş cih digre. Hatice Çalan diyar kir ku ji bo ku mafê hêviyê ya Rêber Apo neyê desteserkirin ev vê nobetê didomînin û got:’’Heta ku Rêbertî azad nebe, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.” Çalan diyar kir ku di şer û pevçûnan de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin û bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got:“Ji ber vê yekê barê jinan her giran e. Ji ber vê aştî ji bo me girîng e. Tişta herî zehmet avakirina aştiyê ye. Rêbertî ji ber vê yekê banga aştiyê kir. Jinên Kurd wê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.” Hatîce Çalan anî ziman ku ew ê ji bo avakirina aştî û bidawîkirina şerê qirêj têbikoşin û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir. Dayika rojnamevan Rizgar Denîz ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2017’an di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ên li dijî Dêrazorê de hate qetilkirin, Meryem Adanmiş jî got:“Heta ku em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî di nava xwe de bibînin, em ê têkoşînê bi çalakiyên xwe bidomînin. Em ê bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo azadiya xwe qadan tijî bikin. Rêber Apo ji bo ku xwîn neyê rijandin û ev pevçûn bi dawî bibe, bang kir. Divê dewlet jî li hemberî vê gavê biavêje. Heta ku Rêbertiya me azad bibe û gelê me ji bindestiyê rizgar bibe em ê qadan tijî bikin.” Meryem Adanmiş bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de ji bo bilindkirina dengê aştiyê dakevin qadan. Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeta Azadiyê Zulfu Bîngol jî diyar kir ku ew 13 sal in ji bo Rêber Apo li pêşiya saziyên Ewropayê ji bo “Mafê Hêviyê” nobetê digrin û anî ziman ku bi banga Rêber Apo re ronahiya hêviyê hate dîtin. Bîngol got ku ew ê ji bo xurtkirina destê Rêbertî bi hemû hêza xwe bixebitin.
ANF/STRASBOURG