Şande li YE’yê ye
Çarşem 18 Kanûn 2024 - 03:05
Şandeya ji serokatiya Nûnerê Ewropayê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer, Hevserokê HDP’ê Cahît Kirkazak, nûnerê DEM Partî yê Ewropayê Eyup Doru û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Fayîq Yagizay pêk tê, li Parlamentoya Ewropayê dest bi hevdîtinan kirin. Şandeya hat bajarê Strasbourg ê Fransayê di roja ewil a têkiliyan de bi Koma Çep re hevdîtin kir. Di civîna komê de serokê şandeyê Ebdulkerîm Omer li ser qeyrana siyasî ya piştî guhertina rejîma Sûriyeyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Di hevdîtinê de mijarên siyasî, leşkerî, mirovî, aborî û ewlekarî yên ku wê li tevahiya Sûriyeyê derkevin li gel êrîşên dagirkeriyê û krîza siyasî, zêdebûna metirsiya DAÎŞ'ê û pirsgirêka çareseriyê hatin nirxandin. Ebdulkerîm Omer ji Koma Çep daxwaz kir ku bi lezgînî şandeyekê bişînin Rojava. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku çi dibe bila bibe divê Rojava bê parastin û got:“Ger Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojava neyê parastin, metirsiya ku Sûriye bibe Lîbya gelekî zêde ye. Ger rêveberiyeke ku komên etnîkî û baweriyên cuda yên wekî Kurd, Durzî û Elewî tê de tune be wê Sûriye bi temamî derbasî Îslama radîkal bibe."
Divê Rojava bê parastin
Omer bal kişand ser xetereye çeteyên DAÎŞ’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û got:“Divê pêşiya van êrîşan bê girtin. Divê tavilê li Sûriyeyê agirbest bê avakirin. Ger êrîş ranewestin wê karesat çêbibe. Tasfiyekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava wê mafên jinan, mafên mirovan û mafên kêmneteweyên cuda bi xetereya ji holê rakirinê re rû bi rû bimîne. Heta niha me li ser esasê xweparastinê li hemberî her cure êrîşan xwe parastin. Bi taybet niha Kobanê di bin xeteriyê de ye. Divê welatên Ewropayê di çareserkirina vê krîzê de rola xwe bilîzin û bi lezgîn van êrîşan rawestînin." Omer piştî axaftinê pirsên parlementerên Fransa, Elmanya, Swêd, Danîmarka, Yewnanistan û Portekîzê yên der barê geşedanên dawî û hêviyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji Parlamentoya Ewropayê de bersivandin. Parlamenteran nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bo wan pir girîng e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava bê parastin.
ANF/STRASBOURG