Li Strasbourgê çalakî destpê dikin
În 15 Tebax 2025 - 03:35
BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Pêvajoya pêkanîna biryara ‘Mafê Hêviyê’ a Konseya Ewrûpayê dabû Tirkiyeyê di Îlona 2025’an de bidawî dibe. Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan, çalakiyên li Strasbourgê yên beriya vê demê bêne pêkanîn, ji rojnameya me re vegot û got:’’Ji bo aştî bê pêkanîn û pêvajo veguhere çareseriyekê, teqez divê Rêber APO bi azadî kar bike û bigihê şertên azad.’’
Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ dabû Tirkiyeyê, di meha Îlona îsal de bidawî dibe. Tê payîn ku Komîte di navbera 15-19’ê Îlonê de helwesta Enqereyê binirxîne. Li gel vê li Strasbourgê bernameyeke çalakiyan a berfireh tê pîlankirin.
Hevserokê CDK-F’yê Azad Dogan çalakiyên ku tên pîlankirin, ji rojnameya me re vegot. Dogan destnîşan kir ku bernameya çalakiyan wê bi mîtîngeke girseyî ya li pêş Konseya Ewrûpayê destpê bike û di navbera 16 û 19’ê Îlonê bi çalakiya nobetê ya 150 kesan bê pêkanîn. Herwiha di nava van rojan de wê li navenda bajarê Strasbourgê, li pêş Konseya Ewrûpayê û CPT’yê belavok bên belav kirin, konser û panel bên organîzekirin.
Di beşa duyemîn a çalakiyan de, di navbera 22-26’ê Îlonê de, bi pêşengiya ‘Înîsiyatîfa Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê’ hin çalakî wê werin lidarxistin. Tê pîlankirin ku di nava avahiya Konseya Ewrûpayê de panel û ji bo hin daxwazan daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin. Di nava heman hefteyê de, kesên ji bo Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ bang kiribûn, wê serdana qada çalakiyê bikin.
Roja dawiyê ya çalakiyê ango 1’ê Cotmehê de jî, wê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê çalakiyek bê lidarxistin. Ev çalakiya ku hîn naveroka wê zelal nebûye, piştî Festîvala Kurd a Navneteweyî ya 33’an pêk tê.
Çalakiyên li Strasbourgê ji aliyê KCDK-E û hemû pêkhateyên wê têne organîze kirin. Federasyon, tevgera jin, tevgera çandê, dîplomasî û enternasyonalîst, di nava vê pêvajoyê de cih digrin. Hevserokê CDK-F’yê Azad Dogan, herî dawî destnîşan kir ku ew li bendê ne gel bi girseyî tevlî çalakiyan bibe.