Nobeda Azadiyê dewam dike

Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:00

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 14 sal in li Strasbourgê dewam dike, bi koma ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê dewam dike.

Çalakiya ku 25’ê Hezîrana 2012’an bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re’ destpê kir, dewam dike.

Çalakî li qadeke welê tê meşandin ku saziyên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Kommîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê lê ne. Nobedarên hefteya 681’ê Azîz Aslan, Hasan Înce û Hatîp Bîlen ên ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê ne.

Bi navê koma çalakger daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Armanca nobedê şermezarkirina komploya navneteweyî ye ku sala 1999’an li hemberî Rêber Apo hate kirin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gelê Kurd alîgirê wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk, aştiyane û exlaqî çareser bibe. Lewma em bang li raya giştî ya cîhanê, Konseya Ewropayê, komeleyên mafên mirovan, CPT û Neteweyên Yekbûyî dikin; piştî perspektîfa 27’ê Sibateê PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî û feraseta têkoşîna siyasî danî holê. PKK’ê kongreya xwe civak û biryara fesixkirinê da. Lê belê li hemberî van pêngavan dewleta Tirk gavek neavêtiye. Heta ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û bi rûmet çareser bibe, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Weke Kurdistanî em dostên xwe hemûyan silav dikin.”

 ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.