Rêbertî xeta me ya sor e
Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:35
Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin. Hevseroka CDK-S'ê Dîlan Çetînkaya daxuyanî da û got:"Ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi modela çareseriyê ya Rêbertî heye ku li dijî tarîtiya li Rojhilata Navîn modela rizgariyê pêşkêş dike. Rêberê me hêza moral û entellektuel a vê pêvajoyê ye ku li Rojhilata Navîn bi rê ve diçe. Weke qada Swîsreyê em ji çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê re amade ne. Em bang li gelê xwe û gelan dikin ku 15'ê Sibatê beşdarî çalakiya li Strasbourgê bibin."
Berdevka demê ya YJK-S'ê Selma Surer jî têkildarî çalakiya li Strasbourgê got:"Weke ku tê zanîn Rêberê me beriya 27 salan dîl hate girtin. Di ser dîlgirtinê re 26 sal derbas bûn, em dikevin sala 27'an. Bila Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve tavilê azad bibe. Em ji bo vê bangê dikin. Di serî de gelê me, dostên me, jin û ciwan her kes em di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê li hev bicivin. Rêberê me ji bo me xeta sor e. Ronahiya Kurdistanê ye. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Bê Serok jiyan nabe."
Bi navê Komîteya PJAK'ê ya Swîsreyê Hakîm Hutîtî jî diyar kir ku Rêber Apo rêberê hemû Kurdistanê ye û got:"Azadiya Kurdistanê bi azadiya Ocalan dibe. Eger Serok Apo azad bibe wê girtî hemû azad bibin. Ji bo vê jî divê Kurdistaniyên ji çar parçeyan ên li Ewropayê li Strasbourgê bicivin."
Bi navê Tev-Çand a Swîsreyê hunermend Kawa Ûrmiye jî destnîşan kir ku îsal ji bo azadiya Rêber Apo girîng e û bang li her kesî kir ku li Strasbourgê bicivin û got:"Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê bi xurtî tevlî çalakiyê bibe. Hem gelê me yê li Kurdistanê hem jî Serok Apo yê li zindanê ji bo berxwedana me bûne ronahî. Ji 7 heta 70 salî em bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê têkoşîna bi rûmet bibe."
ANF/SWÎSRE