Rewşa mamosteyan xerab e

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:32

Li Başûr rewşa aborî ya mamosta û karmendan her roja ku derbas dibe xirabtir dibe. Ev 4 meh in mamosta û karmendên nerazî ji bo daxwaza mafên xwe li meydanan xwepêşandanê dikin û boykotê de ne. Lê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê bê xem e û heta niha çareseriyek pêk neaniye. Mamostayên Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê derbarê mijarê de axivîn. Mamostayê bi peyman Pişko Ehmed got:“Rewşa mamostayên bi peyman her ku diçe xirabtir dibe. Yekane çavkaniya debara jiyana wan ew pereye ku 5-6 mehan carekê wek mûçe tê dayîn e.”

Mamostaya bi peyman Kenar Ebdulezîz jî wiha axivî: “Bi mehane mamosta li meydanan e, lê desthilat daxwaza herî sade û biçûk jî pêk neaniye. Ev yek jî xemsariya hikûmetê derxistiye holê ku diyar e naxwaze li welat bimîne.”

Mamosta Reşîd Siware jî got:“Ji ber ku berîkên mamostayan vala ne, rewşa wan a aborî xerab e. Hemû bi pirsgirêkên civakî re rû bi rû ne, hemû deyndarê dikandar û bazarê ne.”

Mamosta Rêza Bekir jî wiha axivî:“Ger em li berîk û çenteyên mamostayan binêrin, em dibînin ku hinek ji wan 250 dînar jî nînin. Di demeke ku mamosta nikarin pênûs û çente ji bo zarokên xwe bikirin, desthilat dixwaze bi zextê mamostayan vegerîne dibistanan. Lê bi vê yekê proseya xwendinê ya îsal bi sernakeve.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.