Rewşa Hatîce Yildiz ne baş e
Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:42
Alper Yildiz, kurê Hatîce Yildiz a 75 salî got, rewşa diya wî ne baş e, ew dixwazin demildest dawî li vê zilmê were û diya wî were berdan. Alper Yildiz her wiha got diya wî bi biryareke siyasî hatiye girtin, ti têkiliya girtinê bi hiqûqê re nîne.
Kurê girtiya nexweş Hatîce Yildizê, Alper Yildiz anî ziman pirsgirêkên tenduristiyê yên diya wî giran bûne û got: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Em dixwazin demildest bê berdan.’’
Derbarê Hatîce Yildiz de bi hincete pere ji keça xwe û hevala keça xwe re şandiye, bi îdiaya “pere ji rêxistinê re şandiye” 4 sal 2 meh cezayê hefsê hate dayîn. Piştî ku cezayê Hatîce Yildiza 75 salî hate qebûlkirin, di 23’yê adarê de hate girtin û şandin girtîgehê. Nexweşiyên Demansê, tansiyona bilind, helîna hestuyan ên Yildizê hene. Kurê Yildizê Alper Yildiz bal bire ser pirsgirêkên tenduristiyê yên demên dawî yên diya xwe û bertek nîşanî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) da.
Yildiz destnîşan kir pereyê ku dayika wî şandiye rasterast dikeve ser hesaba îdareya girtîgehê û diyar kir ku ji vê rewşê sûcan hildiberînin.
Biryareke siyasî ye
Yildiz da zanîn ku girtina dayika wî biryarekî siyasî ye, ew ê ji bo girtiyan dest ji şandina pereyan bernedin û wiha axivî: “Ev mirov ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Heman nanî par ve dikin, heman xwarinê dixwin, heman cihê razanê parve dikin. Em niha ji dayika xwe re pere dişînin, em dixwazin bi hemû hevalên xwe re parve bike. Hevalên li wê derê jixwe nanê xwe parve dikin. Jixwe wî pereyî bi hev re xerc dikin. Ma qey parvekirina nan sûc e?”
Vê bêhiqûqiyê biqedînin
Yildiz bang li hemû saziyên ku destê wan di girtina dayika wî de hene kir û ev tişt gotin: “Dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Dema dayika min hate berdan ma dê zirarekî wê ya çawa hebe? Destê xwe danin ser wijdana xwe, em demildest berdana wê dixwazin.”
Bang li xebatkarên tendiristiyê
Yildiz bi bîr xist ku ATK ji bo dayika wî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiriye û wiha dirêjî domand:“ Bi ihtîmalekî mezin derveyî înîsiyatîfa bijîşkan biryar tê girtin. Li gorî bijîşkan divê ew mirova pîr saetekê li wê derê nesekine. Saetekî jî sekinîna cihê di girtî de bi taluke ye. Ez ji vir bang li xebatkarên tendiristiyê dikim; bibin dengê me, dibe ku dayika we an jî xizmekî we jî li wê derê be. Destê xwe danin ser wijdana xwe, destûr nedin ev mirovên pîr di girtîgehê de bimînin.”
Bêdengî bêwijdanî ye
Yildiz bal kişand ser hevdîtina dayika xwe ya dawî û bi bîr xist ku dayika wî di axaftinê de zehmetiyê dikêşe, ser hişê xwe diçe. Yildiz bilêv kir ku miemeleyên ku têne kirin ne mirovî ne û wiha pê de çû: “Tirkiye ‘tundiya’ li welatên din şermezar dike lê heman zilmê bi xwe dike. Tu eleqeya vê yekê bi mirovahiyê re nîn e. Bêdengiya vê yekê bêwijdanî ye.”
Yildiz herî dawî got,’’Hûn li dayika min 75-80 salî nayên rehmê, em çawa gotinên we yên ‘biratiyê’ bawer bikin. Dema ku em wekî we di vî welatî de xwedî mafên hevpar bin, êm ê wê demê ji we bawer bikin, wekî din bi tû awayî bawer nakin.”
MA/STENBOL