Rêveberiyê 188 kesên din anîn malê

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 01:16

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 188 kesên din ên li Sûdanê asê mabûn û cenazeyên 3 kesan, bi du beşan anîn herêmê. Heta niha 341 kes ji Sûdanê gihiştine herêmê.

Li Sûdanê ji 15`ê Nîsanê ve di navbera artêşê bi serkêşiya Ebdulfettah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo de şerek dijwar heye. Ji ber wî şerî heta niha zêdetirî 900 kesî hatine kuştin, bi hezaran jî birîndar bûne. Bi milyonan kes jî koçber bûne.

Rêveberiya Xweser li ser bangewaziya malbatên wan, barê vegerandina penaberên sûriyeyî yên li Sûdanê asê mane, da ser milên xwe.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya 3 rêwîtiyan 341 kes ji Sûdanê derxistine. Daîreyê destnîşan kir ku ew bi vê yekê berpirsiyariyên xwe yên mirovî û nîştimanî pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi gurbûna şerê li Sûdanê re ku em hêvî dikin di zûtirîn demê de bi dawî bibe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve berpirsiyariyên xwe li hemberî xelkê me yê li Sûdanê asê maye, pêk tîne. Di hefteya yekê ya Gulanê de, zêdertirî 150 kesî hatin derxistin û gihîştin Qamişloyê. Daîreya Têkiliyên Derve bi rêya koordîne û şopandinê du beşên nû derxistin. Beşa yekemîn ji 18 kesan pêk tê, di nav de 3 pitik hene. Beşa duyemîn jî ji 170 kesan pêk hat, di nav de 31 pitik hene. Rêveberiyê Her wiha cenazeyên 3 kesên ku li Sûdanê asê mabûn, derxistin. Beşa duyemîn gihîşt Şamê.”

 

Beşek ji pêkanîna beyannameyê ye

Li gorî daneyên di daxuyaniyê de hatine parvekirin, Rêveberiya Xweser di Gulanê de, bi 3 rêwîtiyan 341 kes û 3 cenaze ji Sûdanê derxistine.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hewldan di çarçoveya beyannameya Rêveberiya Xweser a di 18`ê Nîsanê de pêk tên, ku bendekî wê girêdayî vegerandina penaberan li herêmên wan bû: “Ev hewldan her wiha wek bersivdayîna malbatên kesên li Sûdanê asê mayî ye. Em ê berpirsyariyên xwe yên nîştimanî û mirovî pêk bînin. Hin astengî hene, em hewl didin wan li pey xwe bihêlin. Em malavahiya aliyên alîkar dikin.” QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.