Reva ji welat ne çareserî ye
Şemî 21 Çile 2023 - 00:21
Li gorî bîlançoya Federasyona Bilind a Koçberên Iraq û Herêma Kurdistanê, di sala 2022’yan de nêzîkî 75 hezar welatiyên Iraqê ku 38 hezar kes jê welatiyên Herêma Kurdistanê ne, koçberî derveyî welat bûne.
Mamoste û çalavanên parêzgeha Silêmaniyê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Aktîvîst Azad Mehmûd got: “Ciwan difikirin ku ew dikarin li derveyî welat jiyaneke xweş û aram ji bo xwe dabîn bikin. Ev bêhêvîtiya ku desthilatdaran avakiriye niha ji bilî ciwanan, ketiye nava civakê giştî de. Desthilatdaran wiha kiriye ku ti armanceke welatiyan nebe û di vê çarçoveyê de her kes ji bo xwe pere kom dike ku pê biçe derveyî welat.”
Azad Mehmûd got, “Ew gotinên ku di dema şoreş û serdema çiya de gotin, wek wan derneket û ji bo welatiyan zelal bûye ku desthilat tenê ji xwe re xizmetê dike. Pêwîstiya me bi şoreşeke fikrî, çandî û rewşenbîrî heye da ku ji civakê re hêviyê ava bikin.”
Ciwan bê hêvî bûne
Mamosteyê zanîngehê Nebez Semed jî got; “Ji ber nemana hêviyê ciwan terka welat dikin. Bêkarî û şerê derûnî yê desthilat li ser ciwanan ferz dike, sedemên vê nemana hêvîbûnê ye. Ji ber ku ciwan weke dînamoya civakê ne û dikarin civakê bi pêş ve bibin. Divê ciwan li beramberî vî şerê derûnî, li welat tekoşînê bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ