Rejîm Îranê “Rejîma Qeyranê” ye

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 4 Sibat 2023 - 04:47

Her çiqasî afirandina krîzê (qeyranê) karakterê deselatdariyan hemûyan be jî, ev yek ji bo rejîma Îranê gelek li pêş e. Ji ber ku rejîma Îranê, weke bermahiya deselatdariyên navendî ya “xosrevanî” yên Îranî di nava 44 salên bihurî de bi afirandina qeyranên cûrbicûr xwe li ser lingan girtiye. Rejîma Îranê hem di siyaseta hundir û hem di siyaseta derve de li ser afirandina qeyranê ji bo dirêjkirina temenê xwe gelek sermayeguzarî kiriye. Di nava 44 salan de di doktorîna siyaseta derve ya rejîma Îranê de her tim “şerkirin li derveyî sînorên Îranê” bûye xwedî cihekî berfireh. Ji ber vê, dema hat ser kar, hema piştî demeke kurt xwe li başûrê Lubnanê bi cih kir û bi afirandina qeyranê li Lubnan û Filistînê xwest di siyaseta Rojhilata Navîn de hegemoniya xwe serdest bike. Wê ev siyaset, ji bo siyaseta hundir jî bi kar anî. Hemî daxwazên jinan û gelên Îranê, bi behaneya “em niha bi dijmin re şer dikin” û “Heger em li derve şer nekin, em ê di hundir de nikaribin xwe biparêzîn” perçiqand. 

Rejîm di hundir de jî qeyranên mezin afirandin. Ji qeyranên siyasî, civakî heta qeyranên xwezayî, gelek qeyranên ku sersebeba wan rejîma niha ye, berê Îranê û gelên ku li vê cografiyayê ne, girtiye. Wan qeyranan kiriye ku jiyan bibe dojeh û êdî civak nema li hemberî wan bêdeng be. 

 

Qeyranên Siyasî

Dema di sala 1979´an de “molayên” Îranê dest danîn ser şoreşa gelan, hema piştî demeke kurt, hemî partiyen siyasî hatin qedexekirin. Despêkê partiyen çep û paşê partiyen din ji aliye karbidestên rejîmê ve bi tohmeta “dij-şoriş” in, ew partî yeko yeko hatin qedexekirin. Di havînê sala 1979´an de Xumeynî “cîhad” dijî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û pasdarên rejîma Îranê berê xwe dan Kurdistanê û şerekî qirêj li dijî gelê kurd meşandin. Ji vê demê ve ji bilî kesên kû girêdayî rejîmê ne, kes nikare li meydana siyasî a Îranê tiştekî bike. Qedexeyên siyasî dewam kirin û xeleka kesên ku karbidestên rejîmê weke “xwedî” desnîşan kiribûn, da ber xwe. Di wan salên dawî de gelek karbidestên payebilindên rejîmê hatine bêdeng kirin û ji deselatê hatine avêtin. Sîstema siyasî ya despot ku niha li Îranê li ser kar e, berhemê van qedexeyan û qeyrana siyasî ye. Siyaset esas hunerê çareserkirina pirsgirekan e, lê êdî roleke wisa li Îranê nabîne û bûye keresteyeke rantê. 

 

Qeyranên Civakî

Her çiqasî ku rûçikê rejîma niha ji rejîma berê cuda be jî, lê di pêkhate û zêhniyeta xwe da rejîma molayan, bermahiya rejîma şah e. Ew têkdanên civakî ku di dema şah de di bin navê modernizasyonê de dest pê kir di dema rejîma niha de bi awayekî berevajî dewam kir, lê di encamê de berhemê wê heman tişt bû. Rejîma şah dixwest bi darê zorê Îranê bike weke welatên rojavayî, ji ber vê gelek qanûnên dij çand û kultura civakê derxistin, rejîma niha jî dixwaze bi darê zorê mirova bibe cenetê, ji ber vê qanûnên xwe li gorî şerîetê danîn. Her du destwerdan jî dibin sedema gelek nerazîbûna û civakê serî li ber wan hildaye. Bi taybetî, niha desthilatdarên Îranê xwe li bin kirasê dîn de veşartine û ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe gelek qanûnên hişk çêkirine. Ev jî bûne sebaba wê yekê ku kesên li vî welatê ji bo xwe rizgar bikin ji wan qanûnan, rojane derewan bikin. Bi vî awayî, bingehê exlaqî yê civakê hejiyaye. Dema bingehê exlaqî yê civakê xera bibe, êdî fehşî, dizî û bêbextî bi pêş dikevin. Dema madeyen hişbir jî li vê yekê zêde bibin, êdî rewş gelekî kambax dibe. Esas, niha civaka gelên Îranê ji ber wan siyasetan li ber hilweşînê ye. 

Qeyranên aborî û xwezayî

Îran welatekî zengîn e. Hem bi binerd û hem sererda wê bi gelek berhemên cuda zengîn e. Ji ber siyaseta aborî ya şaş a karbidestên rejîmê, gelên Îranê ji vê zengîniye bê par in. Li gorî wezareta aboriya Îranê, ji sedî 72´yê aboriya Îranê, li Tehranê kom bûye. Ev yek bi serê xwe nîşan dide ka çiqas needaletiyeke mezin a aborî li Îranê heye. Nifûsa Îranê bêhtirî 80 milyonî ye û li Tehranê û derdorê 12 heta 15 miyon mirovî dijîn. Ji bo van kesan ji sedî 72´yê aboriya Îranê veqetandiye. Ji bo bêhtirî 65 milyonên din jî ji sedî 28´ê aboriyê dimîne. 

Lê pirraniya çavkaniyên xwezayî yên Îranê li derveyî Tehranê û nevenda Îranê ne. Ji bo veguhestina wan çavkaniyan bo Tehran û Îsfehanê, karbidestên rejîma Îranê gelek desttêwerdan li xwezaye Îranê kirine û xweza bi tamamî xera kirine. Xwezaya Kurdistanê bi bendavan herimandine. Û ava li bendavan gewimandine, veguhestine beriyên germ ên Îranê. Deverên din hem ji avê bêpar dibin û hem jî xwezaya wan tê talan kirin. Ev talan ne tenê li Kurdistanê, li deverên din jî bi destê karbidestên rejîmê hatine kirin û niha felaketeke mezin a xwezayî heye.

Nifişa niha ya Îranê kû piranî Ciwanin wan yeka dibînin. Bi taybetî Jin û Ciwan êdî bi tû awayî serê xwe li hember rejîmek kû hem di hundir û hem di derve de çavkaniya kirîzê ye natewînin. Ji ber vê gelek kes di vê baweriye de Îran êdî venagerê beriya serheldana şoreşa azadiya jinê. Ji ber kû gel bi rastiya rejîmê hesiyaye û dek û dolabê karbedestên rejîmê hatine fêm kirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.