Bajarê Merîwan dikeve parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, di warê ziman de niştecihên bajarê piraniya xwe bi Soranî, Hewramî û Babanî di axivin. Bajar di warê çand û huner de gelek dewlemende, gelek hunermendên mezin tê de rabûne, niha di warê pêşxistina huner û awaz de, guhertinên mezin çêbûne û dehan komên hunerî hatine avakirin. Yek ji van koman jî Koma Hunerî ya Nîştimane, ev kom ji zêdetirî 15 stranbêjan pêktên û piraniya endamên xwe jinin. Koma Nîştiman bi gotina stranên xwe yên Kurdî hewl didin hunera Kurdî biparêzin. Şoreş Seîd Zade mamostaya mûzîkê ye û xelkê bajarê Merîwan e, zêdetirî 24 salin karê hunerê ve mijûle û 12 salin jî Koma Hunerî ya Nîştiman avakiriye. Di vê komê de gelek ciwan hene û gelek berhem û çalakiyên hunerî lidardixin. Bi çalakiyên xwe yên hunerî arşîvek hunerî ya Kurdî avakirine.
Mamosta Şoreş dibêje:“Tevî bajarê Merîwan biçûke, lê ji ber ku nêzî sînore, gelek çand û şêweyên jiyanên cûda têde hene. Lê mûzîk bi awayek baş pêşneketiye. Lê tevî lewaziyên di warê huner de, bajarê Merîwan xwedî awazên dewlemend e. Ji ber nêzî Hewraman û herêmên dine, Merîwan xwedî mûzîkek pir reng û dewlemend a li herêmê ye. Ya ku cihê kêfxweşiyê ye, tevî aliyên peywendîdar ji bo pêşketina Merîwanê, ti hewldanek ji bo avakirina akademiyan nedaye, lê Merîwan li gorî berê bi taybet jî di warê pêşketina jinan a di warên cûda de, gelek pêşketiye. Jinan karîn çalakiyên hunerî lidarbixin.” Piraniya endamên komê jin in, yek ji wan jî Nezîre Rast Xanime. Nezîre 3 salin bûye endama komê û stranbêja komê ye. Nezîre dikare bi gelek zaravayên Kurdî stranan bêje. Tevî pirsgirêkên di nava civakê de, di karê hunerî de rûbirûyî jinan tên, lê jinan karîne di warê hunerî de xwe pêşbixin. Jinên di koma Nîştiman de bang li jinan dikin ku netirsin, hewl bidin hunera xwe pêşkêşî civakê bikin û hêza xwe derbixin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ