Rojhilat xwezaya xwe diparêze
Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:25
Ji ber ku ji çar aliyên Îranê û ji herêmên cuda yên cîhanê turîst, ji bo beşdarî merasimên dîrokî bibin tên Rojhilatê Kurdistanê, giranî li ser vê herêmê çêbûye û rewşa gundan xirab kiriye. Ger şêniyên li van herêman dijîn di warê parastina xwezayê de xwedî şiyarî û zanîn nebin wê felaketên mezin ên ku çareseriya wan ne pêkan e biqewimin. Bi hatina biharê û cejna Newrozê re aktivîstan li gundan dest bi paqijiyê kirin û li gundên Boryer, Mazîben, Negel, Engîce, Dereweran, Berqala, Siyanaw, Sawa, Gwêze Kwerê, Goşxanî, Çor, Derziyan, Weyse, Bêkere, Sûrkewl, Şaranî Benawêçele, Dupelûre, Şweşa, Nesl, Pîrsefa, Nene, Selesî Gewre, Belçe Sûr, Mamole, Dezlî, Sernejmar, Almanê, Sûnete û hinek gundên din kampanyayan li dar dixin. Jin û mêr bi zarokên xwe re deşt û çiyayên herêmê paqij dikin. Hinek gund di vê mijarê de bûne cihê pêşengiyê, bi taybetî Bîsaran. Çar pênc sal in bi awayekî çalak di vî warî de xebat lê didomin. Jin û mêr bi zarokên xwe re, çiya û deştên herêmê paqij dikin, li hemberî comerdiya xwezayê vê yekê ji bo xwe peywir dibînin û ji bo paqij bihêlin dixebitin. Jinên ciwan ên li gundê Bîsaran wiha dibêjin:“Em dixwazin bi vê kampanyayê re ji bo parastina xwezayê, bi hev re di nava yekitî û piştgiriyê de bin lewre ev berpirsyariya me hemûyan e. Divê em xwezaya ku mîraseke bêhempa û bi nirx e, ji nifşên pêşerojê re baş û paqij bihêlin.”
Jinên ji Bîsaranê di kampanyayê de pêşengiyê dikin, dizanin ku çendî mijareke girîng e û vê yekê li ber zarokên xwe jî hîn kirine. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê kampanya didome
Rola Komeleya Hawirdorê ya Çiyayê Sebzê ya Merîwanê di vî warî de girîng e. Ev komele ne tenê gundên li derdora Merîwanê, di heman demê de bajarên Sine, Dîwandere, Kamyaran û Seqizê jî teşwîq dike. Ev kampanya bi nav û bîranîna şehîdên xwezayê tê meşandin.
NÛJINHA/ESRA EZÎZÎ