Rêbertî ronahiya mirovahiyê ye

Duşem 16 Îlon 2024 - 03:15

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi parêznameyên xwe re rêya azadiyê nîşan dide û gotin, gelên bindest hêviyê di PKK’ê de dibînin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, ku beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV’yê bûn, li ser xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê û bandora wê ya li ser civakê nirxandin kirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan tên xwendin û got:“Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin de, li her devera cîhanê parêzname tên xwendin. Kesekî ku parêznameyên wî bixwîne, wê bibîne ku Rêbertî çiqas azad e û çiqas hêvî, hêz û cesaretê dide gel, jin û ciwanan û di hêzên desthilatdar de jî çiqasê tirsê diafirîne. Lewma dema em parêznameyên wî dixwînin, divê em bizanin ku em heqîqeteke çawa û kî dixwînin. Xwendina parêznameyan tenê divê di çarçoveya pêngavê de nebin, helbet ev jî pir girîng e. Ez her kesê ku di van çalakiyan de cih digirin, bi rêzdarî silav dikim. Lê belê divê hîn zêdetir bibe. Sîstema kapîtalîst û netew dewlet qet li ser Rêbertî bi bandor nabe. Lê ji ber ku em jî di nav de her kes di astên cuda de ji sîstema hiyerarşîk û dewletparêz bandor dibe, heta astekî nûneriya vê yekê dikin. Li ser vî bingehî em pêdivî bi azadiyê dibînin, lê pêdiviya Rêbertî bi vê yekê nîne. Lê miroveke mîna Rêbertî, divê wiha di zindanê de neyê girtin. Lewma divê em dijmin têk bibin. Ne tenê dewleta Tirk dijmine, di heman demê de modernîteya kapîtalîst a mehkûmê têkçûnê jî dijmin e. Li ser vî bingehî helbet rol û mîsyona ku dikeve ser milê me, heye. Di vî warî de divê em giranî bidin pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”

Kurd şerê hebûnê dikin

Xebat Andok di dewama axaftina xwe de da zanîn “Armanca Rêbertî avakirina jiyaneke nû, civakek nû û azad e” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:“Rêbertî êdî ne tenê rêberê Kurdan, ê hemû gelan e. Lê pirsgirêkên gelê Kurd û gelên din cuda ye. Mesela pirsgirêkên civakî yên cuda yên gelên din heye, lê pirsgirêka gelê Kurd a hebûnê heye. Ruh, ziman û çanda gelê Kurd bi salane di bin êrîşê de ye. Lê êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd ne tenê bi çandê, di heman demê de êrîşên fîzîkî jî hene. Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya hêzên modernîteya kapîtalîst jî, ji vê dema ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn lê diqewime sûd werdigire û dixwaze koka gelê Kurd biqedîne. Gelek pirsgirêkên cuda yên gelê Kurd hene. Lê pirsgirêka herî girîng, parastina hebûna xwe ye. Divê weke fîzîkî xwe û welatê xwe biparêze. Gelê Kurd niha neçarî koçberiyê tê kirin û bi polîtîkayên cur be cur Kurdistan ji mirovan tê xalîkirin. Gelê Kurd divê li dijî vê yekê li her qadê xwe biparêze.”

Erka mezin li ser milê ciwanan e

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker jî wiha got:“Tenê bi gotina ez Apoyî me, ciwan im têr nake. Mirov çiqasî têbikoşe, ewqas dibe şervan û layiqî Rêber Apo dibe. Hêza Rêber Apo ne tenê fikrên wî û bi hezaran rûpelên parêznameyên ku nivîsandiye ye. Hêza Rêbertî di heman demê de sekn, têkoşîn û berxwedana wî ye ku teslîmiyetê red dike. Niha hin mirov dibêjin faşîzm heye, em nikarin tiştekî bikin, divê em pasîf bin û xwe veşêrin. Lê belê Apoyîbûn li dijî zilm, zordarî û hemû êrîşên dijmin berxwedan dixwaze. Li Tirkiyeyê rojevek wiha heye ku mirov şerm dike lê temaşe bike. Rûyê kesî nîne ku bêje çi bi serê zaroka 8 salî hatiye kirin, bike. Ev yek encama zîhniyeta bêesilbûnê ya AKP-MHP’ê, sîstemê, dewletê û 5 hezar salan e. Rêber Apo li hember vê alternatîfek pêş xist. Eger Rêbertî biaxiviya, her roj bikarîba destwerdanê bikira, kes wê nekarîba civakê bixapanda, xwe bifiroşe yan jî li ser mirovahiyê bazirganiyê bike. Ji ber vê yekê, weke ciwan divê em fikrên Rêbertî di jiyana xwe de bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de, erka ku ji me tê xwestin ew e ku em di pêngava ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de cih bigirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.