Rapora qirkirina Kurdên Efrînê

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 01:12

  • STJ bi rapora xwe ya li ser sûcên dagirkerên Tirk û çeteyên wan ên li Efrînê raporeke berfereh li ser desteserkirina milk, girtin û revandina xelkê Efrînê amade kir; ev rapor belgeyeke ji bo siyaseta qirkirina Kurdan li Efrînê.

Rêxistina Syrians for Truth and Justice (STJ) raporeke berfereh li ser zilm û neheqiya li Kurd û Êzîdiyên li Efrînê mayî, hazir kir. Rapor bi sernavê “Five Years of Injustice are Enough!” (Pênc salên neheqiyê bes in!) derçû, xwe disipêre 40 hevpeyvînên di navbera Adar û Gulana 2023´yan hatine kirin. Rapor nîşan dide ka qirkirina Kurdan û Kurdên Êzîdî çawa li Efrînê bê navber 5 salan dewam kiriye. Rêxistin, xasma bi çarenûs û serpêhatiya mexdûrên erdhejê yên ji deverê re peyiviye da ku vê raporê amade bike.

Rapor bi awayekî eşkere nîşan dide ku komên çete yên dagirker ên cihê yên ser bi hêza dagirker a dewleta Tirk ve, hemû vê zilm û zorê li xelkê Efrînê dikin. Bi her halê komên çeteyên herî zêde vê zilmê bi rêxistin dikin, û navên wan weke êşkencekar û zalim tê hildan jî evên li jêr in: Lîwa El-Hemza, Lîwa Sultan Murad, Feyleq El-Şam, El-Jebhe el-Şamiye, Ceyş El-Şerqiye, Ehrar El-Şerqiya, Ceyş El-Nuxba-Beşê Bakur, Çeteya Nûr El-Dîn El-Zengî, çeteyên bi navê Polêsê Leşkerî û Rêxistina Istîxbarata Tirk (MÎT).

Di encama raporê de pirr eşkere xuya dibe ku dagirker du tohmetan weke îdîa bi kar tînin da ku bikin hincet ji bo Kurdên Efrînê bigirin, êşkencê li wan bikin, milkên wan desteser bikin û nehêlin biçin ser milkê xwe bikevin malê xwe:

* Hevkariya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re
* Endametiya PKK´ê. 

 

Zilm li hevkarên xwe jî kirin

Di encama raporê de derdikeve holê ku dagirker ne tenê kesên bi Rêveberiya Xweser re xebitîne, dike armanca van êrişên xwe yên li dijî mirovahiyê; lewma gava Kurd bin, ew dijber û muxalifên Rêveberiya Xweser jî bin, dagirker wan digirin, direvînin, êşkencê li wan dikin û milkên wan desteser dikin. 
Li aliyê din derket holê ku dagirkeran êşkence bi awayekî sîstematîk bi kar aniye da ku bikin xelk îfadeyê li ser xizmên xwe û cîranên xwe bidin.
Piştî erdheja 6´ê Sibatê jî avahiyên xisar li wan bû, hatin hilweşandin û cihê wan îro rût hatiye hiştin. Xwediyê wan malan îro ditirsin ku mafê wan ên milk bi temamî û daîmî ji dest wan bên standin.

Di raporê de wekî din xuya dibe ku nexasim jî erdên civaka Êzîdî bi awayekî komî ji dest wan tên girtin û milkên wan tên desteserkirin. Dagirkeran gelek mal, dikan û erdên zeytûnan ên Êzîdiyên Efrînê desteser kirine. Ji raporê weke nimûne mirov dikare behsa koma çete El-Cebhe El-Şamiye bike ku li ser temamê gundê Baflûnê ê navçe Şaranê desthilat e. Xelkê gund ji Syrian for Truth and Justice re gotiye, koma çete vegera malê ya temamê xelkê gund asteng kiriye û li malên wan Erebên ji deverên din ên Sûrî û malbatên koma çete bi cih kirine.

Rapor nîşan dide ku bi pereyên ji milkên desteserkirî tên bidestxistin, ji bo çalakiyên çeteyan û dagirkeran ên li deverê tên bikaranîn. Wekî din di nava 40 hevpeyvînan de yek jê li ser xaniyekî ye ku dagirkerên çete ew desteser kirine û veguherandina cihê “rêxistineke civaka sivîl” a ser bi dewleta Tirk.   

 

Belgeya revandina ji bo fîdyeyê

Rapor nîşan dide ku komên çete yên ser bi dewleta Tirk ên ku navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûrî” (ANS) li xwe dikin, bi giştî xelkê direvînin û êşkenceyê li wan dikin da ku fîdyeyê ji wan bistînin. Di nava 40 kesan de yên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin, jineke Êzîdî û kalemêrek jî hene. Wan kalemêr revandiye, êşkence lê kiriye û fîdye ji xizmên wî standiye. Herçî jina Êzîdî ye, êşkence lê hatiye kirin û cezayekî giran ê hepsê lê hatiye birrîn. Mexdûrekî din êşkenceyê jî behsa wê yekê dike ku li Ezazê li navendeke dagirkeran a girtina xelkê, wî dîtiye dest avêtine gelek kesan û kesên li wê navenda girtinê jî ser bi MÎT´a Tirk bûne.    

 

Şirketa anonîm a êşkencekar û dagirkeran

Şahidiyên mexdûran ên di raporê de nîşan didin ku dagirker û komên çete yên dagirker bê îstîsna sûcên li dijî mirovahiyê li dijî xelkê efrînê kirine. Jineke mexdûr, di şahidiya xwe de dibêje, çeteya El-Hemza ew du sal û nîvan revand û wenda kir, haya xizmên wê ji aqûbeta wê nebû, hevjînê wê li hepseke dagirkerên çete şehîd bûye û çeteya Suqûr El-Şam jî xanî û milkê wan desteser kiriye. Di rewşeke din de çeteya Ceyş El-Şerqiye êşkence li sivîlekî Kurd kiriye li Cindirêsê, tenê ji ber ku wî doza xaniyê xwe ji çeteyan kir. Endamên heman koma çete, 20´ê Adara 2023´yan di Newrozê de ji ber ku agirekî piçûk pêxistin, çar endamên wê malbatê qetil kirin.

 

Enqere dixwaze ev sûc bên kirin
Rapor dibêje, ev sûc li temamê Efrînê belav in, tevî bangên rêxistinên serbixwe yên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo bi dawîkirina wan jî di nava pênc salan de ti gav nayê avêtin û vê yekê weke “nîşaneke din a îhtîmala mezin a ku Enqerê destûreke bêsînor daye van komên çekdar da ku van sûcan bikin” şirove dike. 

Encama sereke ya raporê jî mirov dikare ji hevoka li jêr bigire: “Komên çekdar ên ser bi ANS´ê [komên çete yên dagirker vî navî li xwe dikin] bi awayekî belav û sîstematîk mafan binpê dikin, di nava binpêkirin û sûcan de kuştina mirovan, girtina kêfî, bi darê zorê wendakirin, êşkencekirin, miameleya xirab, talan, desteserkirina milkan, tepeserkirina sivîlên Kurd da ku mal û milkên xwe bi cih bihêlin, astengkirina vegera wan a li bajarên wan, Tirkkirin û guhertina demografiyê hene.”

Ji bo ku agahiyên şahidan bide piştraskirin, STJ, agahî bi rêya dîmen û wêne ji çavkaniyên li Efrînê û wêneyên ji satelîtan hatine girtin, dane piştrastkirin. Ji sedî 25´ê şahidan Êzîdî ne û ji 6 kesên êşkence li wan hatiye kirin jî 2 Êzîdî ne. Di nava wan de kal û pîr jî hene. Di amadekirina raporê de rêxistinên weke Minority Right Group International, PÊL (Civile Waves), Lêlûn, Synergy hevdestî û Norad jî cihê xwe girtine. Belgeyên hatina amadekirin dikarin weke delîl û belge di rewşa dadgeheke li dijî dagirkeran û ji ber sûcên şer bên bikaranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

El-Qaîdeyê mesele tevlîhevtir kir

Rapor balê dibe ser rola El-Qaîdeya Sûrî, Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) jî û dibêje, ji sala 2022´yan ve bi destwerdana HTŞ´ê re dagirkeriya komên çete ewqasî dest guherî ku êdî kesên mal û milkên wan hatine dagirkirin û talankirin, hew xweşik ji hev derdixin ka kî niha dagirkerê dawî ye. Bi her halî herî zêde çeteyên El-Hemza û Suleyman Şahê (weke El-Emşat jî tê bi navkirin) li Efrînê hêzê û desthilata xwe belavkirine û ya çeteya Lîwa 3´yan jî kêm kirine. Jixwe nexşeya ku rapora STJ weşandiye, vê yekê xweşik ber biçav dike.

 

Ji ber ku Kurd in milkên wan didizin

Pirraniya şahidên mexdûr li gorî raporê dihizirin ku dewleta Tirk dike ku komên çete erd û milkên wan desteser bikin, tenê ji ber ku Kurd in. Penaberekî ji navçeya Efrînê  Bilbilê -mexlesa Harûn Mihemed bi kar tîne- desteserkirina milkên Kurdan a li navçeyê wiha tîne ziman: “Piştî ku em penaber bûn ji Efrînê, Erebekî ji Homsê koçber bûye, xwe gihand min. Wî ji xwe re digot, ´xêrxwaz´. Wî du wêneyên buldozera min ji min re şandin. Li serê navê fermandarê koma çekdar ê ku milkê min desteser kiriye li Efrînê hebû. Wî zilamî got, hejmara telefonê ya li ser buldozerê hiştiye ew xwe bigihîne wî û wêneyan jê re bişîne.
Şervanên [çeteya] El-Hemza çi di nava malê de heye, talan kirine, tevî 100 bermîlên zeytê. Wan 4 panelên enerjiya rojê û 3 baterî jî ji hev kirin û dizîn. Wan maşîna min [pickup] dizî, hêza wan bi kar tîne, û wan dozera min jî dizî.
Hêza çeteya El-Hemza mala Harûn Mihemed veguherandiye navendeke xwe û 4 baxçeyên malbata wî yên zeytûnan jî desteser kirine. 


Milkên giştî jî dizîn

Ji raporê eşkere xuya dike ku dagirkeran li Cindirêsê hema çi ketiye ber wan bi îdîaya xwediyên wan bi Rêveberiya Xweser re kar kirine, desteser kirine. Siwar Şêxo [maxles e], Kurdekî ji deverê dibêje, “Milkê bavê min desteser kirin, ji ber ku 3 kesên ji nava malê di saziyên Rêveberiyê de kar dikirin. Feyleq El-Şamê ji sê beşan diduyê erd û milkê me desteser kir. Komeke din a çete jî qismê sêyem desteser kir, êdî ji hev dernaxim Ceyş El-Şerqiye yan jî Ehrar El-Şerqiye bû.”
Du xaniyên malbatê jî di nava pênc salên dagirkeriyê de ji aliyê gelek koman ve hatine dagirkirin. Pêşî Çeteyên Nûr el-Dîn El-Zengî wan dagir dikin, herî dawî jî Feyleq El-Şam û halê

hazir malbatên çeteya Polêsê Leşkerî di xaniyên malbatê de dimînin. 
Siwar Şêxo wekî din dide zanîn ku dibistana li gundê wan a [Dibistana Amadehî ya Ronahî] di dema dagirkeriyê de hatibû bombekirin û li şûna wê niha avahî ji bo Polêsê Leşkerî hatine avakirin. Yanî dagirkeran milkê giştî jî dizîye. 

 

Zilma li dijî Êzîdî û Elewiyan

Mexdûrê êşkenceyê Ferahedîn 

Muhsîn Salim [maxles e] ji gundê Cindirêsê Feqîran e. Ew dibêje, “Kesê ku niha li mala min dimîne Erebekî ji Homsê ye. Wî kilît şikandin û tê de bi cih bû. lê ez nizanim gelo wî di talankirina malê de cihê xwe girt yan na. Koma çekdar [a çete] ya gundê me dagir kiriye, ji 50 darên min ên zeytûnan 25 birrîn. Wan li derdora gund gelek dar birrîn”

Şîrîn Nasir [maxles e] jî penabereke ji Bilbilê, ji gundê Qizilbaş e. Ew dibêje, “Em pêşî penaber bûn çûn Til Rifetê. Min û dergistiyê xwe, me daweta xwe li wir kir. Piştî 3 mehan em vegeriyan Efrînê. Hingê komên çekdar xaniyê me desteser kiribûn û malbata çekdarekî tê de bi cih kiribûn. Vê komê li gund gelek xaniyên din jî dagir kirinbûn. Hevjînê min li Efrînê girtin. Ez sê mehan li wî geriyam. Di dawiyê de pê hisiyam ji ber sedemên ku min îro jî fêm nekirine, hatiye girtin. Wan ji min re got, ´tu ne hevjîna wî yî. Tu hatî vir da ku tu agahiyan bidî rêveberiyê û partiyê, bi xweşikahiya xwe me gêj bikî.´ Tevî ku ez bi rêveberiyê re hîç nexebitîbûm, ez ji bo wê pirr ciwan bûm. Ez du sal û nîvan di hepsê de mam.”

Wê da zanîn ku kesekî ji hepsê hatiye berdan ji wê re gotiye, hevjînê wê xwe kuştiye, ji ber ku êdî nekarî xwe li ber êşkenceya giran bigire. Wî li hepsa Efrînê ya di destê Çeteya Sultan Murad de li gorî îdîayan xwe daliqandiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.